Li Wanê jinan bo berhevkirina pincar berê xwe dane Çiyayê Artosê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Tevî hatina biharê jinan li gundê Altinsaç a navçeya Westan a Wanê bo berhevkirina pincar û gîhayên curbecur derketine çiya. Ev giha û pincar piranî li herêmê di çêkirina penîrê sirkê anku penîrê Wanê de tê bikaranîn.

Navçeya Westan a Wanê li kêleka Gola Wanê di qontara Çiyayê Artosê de ava ye. Li vê navçeya şêrîn ku dewlemendiyên xwe yên siruştî derdikeve pêş, jin her sal li gel hatina biharê, bo berhevkirina pincar berê xwe didin Çiyayê Artosê.

Li Wanê jinan bo berhevkirina pincar berê xwe dane Çiyayê Artosê - Li Wane jinan bo berhevkirina pincar bere xwe dane ciyaye Artose 5

Komek jinên ku ji navçeya Şaxê ya Wanê hatine vir,  li taxa Altinsacê ku di heman demê de li kêleka Gola Wanê ye û pişta xwe daye Çiyayê Artosê pincar berhev dikin.

Li Wanê jinan bo berhevkirina pincar berê xwe dane Çiyayê Artosê - Li Wane jinan bo berhevkirina pincar bere xwe dane ciyaye Artose 4

Li vê herêmê piranî pincarên wekî, mendê, sîrik, heliz, sêbiske, siyabo û kengir têne berehevkirin. Ev pincar jî herî zêde di çêkirina penîrê Wanê de tê çêkirin.

Li Wanê jinan bo berhevkirina pincar berê xwe dane Çiyayê Artosê - Li Wane jinan bo berhevkirina pincar bere xwe dane ciyaye Artose 3

Piştî ku li çiyayê Artosê helandina berfê destpê kiriye her roj kom bi kom welatî têne vê derê.

Li Wanê jinan bo berhevkirina pincar berê xwe dane Çiyayê Artosê - Li Wane jinan bo berhevkirina pincar bere xwe dane ciyaye Artose 2

Hurgiliyên zêdetir hûn dikarin di nûçeya me ya vîdeo de yê teşamaşe bikin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê jinan bo berhevkirina pincar berê xwe dane Çiyayê Artosê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *