Li Wanê mirina girtiyên nexweş hat protestokirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, bi pêşengiya TUAY-DER’ê li Wanê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de mirina girtiyên nexweş û binpêkirina mafên girtiyan hat protestokirin û banga piştevaniya çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wan û Amedê hat kirin. 

Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Wanê derbarê rewşa girtiyên nexweş de li Kolana Hunerê daxuyaniyek da çapemeniyê. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên bajêr û navçeyan, rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bajêr û navçeyan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Wanê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Wanê û malbatên girtiyan tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla rêveberê komeleya TUHAY-DER Adîl Koçak ve hat xendin. 

 Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ya ku li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin di serî de li hemberî Gelê Kurd û li hemberî hemû gelên li Tirkiyeyê tê meşandin. Îhlalkirina mafan herî zêde li girtîgehan pêk tê. Lê polîtîkayên tecrîdê yên ku li girtîgehan pêk tê hat asta wisa ku êdî li girtîgehan cenazeyên girtiyên nexweş derdikevin.

 Girtî di hicreyên yek kesî de tên girtin, pêkanînên odeyên sunger ketiye meriyetê, muameleyên xirab ji hêla rayedarên girtîgehê ve pêk tên, xwarin û vexwarin hatiye kêmkirin, derfeta paqijiyê ji holê hatiye rakirin, cezayên disîplînê tê sepandin, nameyan nadin girtiyan, koguş êdî qelebalîxin, girtiyên nexweş nayên tedawîkirin, muayeneya bi kelepçe tê ferzkirin, pirtûk û rojnameyên ji koguşan tên komkirin, mafê sohbetê hatiye îhlalkirin, kalorîfer nayên pêxistin, zarokên ku bi dayikên xwe re girtîne hewcedariyên wan pêk nayên, li hemberî malbatên ku tên serdanê muameleyên xirab tên kirin, lêgerîna tazî li girtî û malbatan tê ferzkirin, li cihên serşok û qadên sporê kamera hatine bicihkirin û hwd. 

Ev tişt îşkenceya ku sîstematîk e ku li girtîgehan tê meşandin. Her sal bi dehan girtiyên nexweş ji ber ku nayên tedawîkirin an jî nayên tehliyekirin jiyana xwe ji dest didin. Girtîgeh bûye ‘cihên mirinê’. 

Îro girtiyên nexweş Abdulrezzak Şûyûr û Halîl Guneş jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan caran ji bo tehliyekirinê serlêdan hatibûn kirin. Hefteya borî jî Garîbe Gezer bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Bangîn Muhammet ê efrînî jî li Girtîgeha Îskenderûnê mehek beriya niha jiyana xwe ji dest dabû. Di nav mehekî de 4 girtî di hicreyên yekkesî de jiyana xwe ji dest dan. Em bang dikin divê dawî li wan pêkutiyan bê kirin. Em bang li saziyên sivîl dikin ku piştgiriyê bidin çalakiyên Nobeta Edaletê yên Wan û Amedê.”

Jêder: JINNEWS

(A-A)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê mirina girtiyên nexweş hat protestokirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *