Li Wanê mitînga jinan dest pê kir

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Mitînga jinan a Partiya Çepên Kesk a Wanê bi tevlibûna hejmarek zêde jinan destê pê kir.

 Partiya Çepên Kesk, li Parka Mûsa Anter a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi dirûşma “Em li vir in, em ê bi jinan re biguherînin” mitîngekê li dar dixe. Qada mitîngê bi alayên partiyê hatiye xemilandin û girse ji sê baskan ve kete qada mitîngê. Jinên ku cil û bergên Kurdî li xwe kirin, bi alayên partiyê û flamayên kesk, sor û zer hilgirtin. Li qada mitîngê coşeke mezin heye û qad di demekî kin de tije bû. Girseyê heta demekî dirêj li ber stranan xelekên govendê gerandin.

Rojnamevanên ku dixwestin mitîngê bişopînin ji aliyê polîsan ve hatin astenkirin û destûr nehat dayîn ku têkevin qada mitîngê. Piştî nîqaşan polîsan destûr da ku rojnamevan mitîngê bişopînin.

Beriya mîtingê, gelek jinên ku li pêşiya avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kom bûn, ber bi qada mitîngê ve meşek li dar xist. Li pêşiya partiyê heta demekê govend hatin gerandin û jinan bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ber bi qada mitîngê ve dest bi meşê kirin. Jinên ku cil û bergên kurdî yên rengîn li xwe kirin, dovîzên “Dîsa jin, dîsa jiyan” hilgirtin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û hevsera Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrta, Başak Demîrtaş di mitîngê de dê axaftinekê bikin. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê mitînga jinan dest pê kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *