Hat ragihandin ku li Wanê ji aliyê hêzên cendirmeyan ve bi navê “Abluka-35 (Dorpêç)” operasyonek hatiye destpê kirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, li çoltera navçeya Elbaka Wanê ji aliyê hêzên taybet ên cendirme û polîsan ve ku ji 622 kesan pêk tê, li hemberî PKK’ê operasyonek leşkerî bi navê “Abluka-(Dorpêç) hatiye destpê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku, ev demeke hêzên ewlekariyê li bajarên wekî, Wan, Amed, Mêrdîn, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Îdir, Qers, Erdexan û çend deverên din bi navê “Abluka” operasyonên leşkerî dimeşîne.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver