Li Wanê pîşeya ku li hemberî teknolojiyê berxwe dide: Karê hiriyê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li herêma Wanê, heyamekê sewalkarî çavkaniyek herî sereke ya aboriyê bû. Lê di van salên dawî de ev kar her ku diçe paş ve çûye. Ji ber vê yekê jî li gel berhemên din yên sewalkariyê, karê hiriyê jî hima bêje li ber bidawîbûnê ye. Welatiyê bi navê Şefîk Bîngol ku ev nêzî 30 sale karê hiriyê dike, destnîşan kir ku di zemanên berê de hirî pir bi qîmet bûye, lê niha hirî pir bê qîmet bûye.

Sewalkarî, sereke karê aboriya herêmê ye. Girêdayî vê yekê karê hiriyê jî ev bi salene li heremê tê kirin. Di salên ku sewalkarî ev qas li herêmê têkneçoyîbû de, ji bajarên rojavayê Tirkiyeyê bigire, heta welatên cîhanê yên din, jî ji Wanê bi kamyonan hirî dikirîn. Her wiha hirî li vê herêmê cihekî xwe yê dîrokî jî di nava çanda Kurdan de jî çêkiriye. Di dema zewacê de hirî şuştin yek ji karên amedekariya dewatan bû. Hiriya herî baş ji bo bûk û zava, di nava coşekê mezin de dihate şuştin. Hirîşoyan di nava keyfxweyî de, tevî stranan hirî dişuştin û bo bûk û zava dikirin lihêf, doşek û balîfên cihêzê. 10-15 sal beriya niha li gund û navçeyan her wiha li navenda bajarê Wanê jî, di nava malên Kurdan de lihêf, doşek û balîfên bi hiriyê hatine çêkirin, dihatin bikaranîn. Lê mixabin hem ji ber paşveçûna sewalkariyê û hem jî ji ber tesîra teknolojiyê ya neyînî, êdî tu kes hiriyê bikarnayîne û ev pîşeye jî wekî gelek pîşeyên din yên kevnare li ber windabû ye.

Welatiyê bi navê Şevîk Bîngol ku ev zêdetirê 30 sale li Wanê karê hiriyê dike, derbarê karê xwe de ji Serhat Newsê re axivî.

‘Êdî hirî pir bê qîmet bûye’

Bîngol, ji gundên derdora Wanê hiriyê berhev dike û piştî ku bi destê jinan dike lihêf, doşek û balif, wana di dikana xwe ya li nava sûka Wanê de difiroşe. Bîngol, dibêje di salên berê de karê wî yê hiriyê pir baş bûye, lê niha êdî ew nikare vî karî bike.

Di berdewamiyê de Bîngol bi gotina, “Di zemanên berê de hirî pir bi qîmet bû. Lê niha êdî tu kes hiriyê nastîne” rewşa xwe anî ziman û wiha domand: “Di salên berê de pîşeya hiriyê gelek xweşbû, ji rojava dihatin vê derê hirî dikerîn û dibirin fabrîqeyan. Lê niha ji dewletên wekî Romanya û Rûsyayê hirî tê Tirkiyeyê. Di dema me de firotina hiriyê li herêma rojhilatê sekiniye. Tu kes êdî hiriyê nakire. Niha milet hiriya pezê xwe dibe û diavêje çiya. Hirî bê qîmet bûye.”

Li Wanê pîşeya ku li hemberî teknolojiyê berxwe dide: Karê hiriyê - Li Wane piseya ku li hemberi teknolojiye berxwe dide Kare hiriye 2

‘Bûkên nû êdî hiriyê tercih nakin’

Bîngol her wiha di axaftina xwe de qala karê xwe jî kir û da zanîn ku piranî ew hiriyê dikin lihêf û wiha axivî: “Welatî piranî hiriyê bo cihêzê bûkan distînin. Em dikanê serê sibê saet di 08.00’an de vedikin û heta êvar saet 07.00’an vekirî dimîne. Nêzî 20-30 heb jin li cem me dixebitin. Wan a hiriyê dibin malên xwe û dikin lihêf. Em wan lihêfan li vir difiroşin. Serê lihêfê jî 60-70 TL yan em didin van jinan. Bi vî avayî em piştgirî didin jinan daku bikarin debara malê pêk bînin.”

‘Hirî ji her tiştî baştir e’

Li ser pirsa gelo eleqeya welatiyan bo hiriyê çewaye? Bîngol, bi dilek xemgîn dibêje êdî hemû kes diçe singer, elyaf an jî silîkonê distîne, lewma êdî tu kes hiriyê nastîne û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Lê hirî ji her tiştî baştir e. Mirovên berê yên qal, hiriyê tercîh dikin. Lê bûk û keçikên ciwan yên niha tên elyafê an jî sîlokonê distînin. Hînê hiriyê nebûne. Dibêjin, ger hiriyê bibin ew nikarin bişon û bikin nivîn.”

‘Di nava salek an jî du salan de ev pîşe dê winda bibe’

Bîngol diyar dike ku wiha biçe di nava salek an jî du salan de wê karê hiriyê bi temamî winda bibe û wiha got, “Jixwe êdî pez jî nemaye. Ciwanên niha pez nedîtine. Piştî çend salan, dema hiriyê bibînin, dê bêjin gelo ev mûyê kijan heywanê ye?. Berê me, mehê 6-7 kamyon hirî diforot, lê niha em nikarin salê kamyonekê jî bifiroşin.”

Li Wanê pîşeya ku li hemberî teknolojiyê berxwe dide: Karê hiriyê - Li Wane piseya ku li hemberi teknolojiye berxwe dide Kare hiriye 1
Şefîk Bîngol

‘Bo bikaranînê hirî pir başe’

Derheqê taybetmeniyên di navbera hirî û elyaf an jî silîkonê de jî Bîngol ev agahî dan: “Bo bikaranînê hirî pir başe. Hiriya herêma me jî başe. Mîsal hiriya Romanan dema te xist lihêf, hemû hirî dide derê. Bi kimyasalan hiriya Romanan sipî dikin. Ev jî bo tenduristiyê baş nîne. Lê hiriya me ya Wanê ya xwecihî bi destan tê şuştin, wekî wê sipî nabe, milet vê ferqê fêm nake. Dibêje ev hiriye sipiye temame. Halbûkî wisa nîne. Hemû kimsal madde avêtiyê û spîçil dibe. Ji însanan re zirar e. Di nava demê de ew kimyasal hemû dibe nexweşî.” 

Her çiqas ji ber rewşê aciz be jî, Bîngol bê hêvî nîne û dibêje mirovên zana dê cardin vegerin ser hiriyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pîşeya me wextekê baş bû, me dikarî em pere qezenç bikin. Lê niha hemû kes sekiniye. Ji sed merivan du meriv jî hiriyê nastînin. Lê miletê dê dîsa bizivire ser hiriye! Yên zana dê disa bizivirin.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê pîşeya ku li hemberî teknolojiyê berxwe dide: Karê hiriyê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *