Barana li Wanê dest pê kir, di demeke kurt de tesîra xwe zêde kir.
Kesên ku ji bo barînê tedbîra wan tunebû, reviyan hundirê kargehan û wan xwe da ber banê rawestgehên otobusan.
Walîtiya Wanê jî bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî hişyarî da.
Walitiyê di daxuyaniya xwe de, ji welatiyên xwest ku li hemberî rewşên neyînî yên wekî lehî, birûsk, teyrok, bayê gur û astengiyên veguhestinê tedbîrên pêwîst wergirin.
Serhat News
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver