Li Wanê skandala tenduristiyê: Xwîna xelet dane nexweşekê!

featured
Nexweşxaneya Lokman Hekîm ya Wanê
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hate îdîakirin ku, di Nexweşxaneya Lokman Hekîm ya Wanê de ji nexweşa bi navê Makbûle Kaya re xwîna xelet hatiye dayîn. Li ser vê yekê malbata Kaya, derbarê nexweşxaneyê de gîlî kir. Hat angaştin ku rêberiya nexweşxaneyê derbarê du hemşîreyan de lêpirsîn daye destpê kirin.

Makbûle Kaya ya 33 salî li gor îdîayan jibo emeliyata fitiqa piştê, çûye Nexweşxaneya Lokman Hekîm ya Wanê. Piştî ku li wir xwîna xelet ji Kaya re hatiye dayîn, ew ji xwe çûye û rakirine Nexweşxaneya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê.

Tiyê Makbule Kayayê, Soner Kaya diyar kir ku jinbiraya wî li nexweşxaneyê ji ber fitiqa piştê emeliyat bûye û ji wê re li şûna xwîna “Orh+” xwîna xelet ya “Arh+” hatiye dayîn. Soner Kaya derbirî ku ev rewş 5 rojan ji wan hatiye xefkirin.

Kaya, derbirî ku piştî emeliyatê jinbiraya wî nehatiye ser hemdê xwe û doktoran jî gelek direng mudaxale li nexweşê kirine. Her wiha Kaya, anî ziman ku piştî nexweşa wan rakirine Nexweşxaneya Dursun Odabaşi, rêveberên Lokman Hekîmê derbarê rewşa wê de tu agahî nedane, doktorên Dursun Odabaşi yê.

‘Me gilî kir’

Kaya, di berdewamiyê de wiha axivî: “Dema me ew bire nexweşxaneya zanîngehê 6 roj derbas bûbûn. Doktorên li wir ji me re gotin, ‘Li wir (Lokman Hekîmê) hematolojî tuneye, cîhaz tune. Ji me cîhaz xwestin, lê ew nikarin vê cîhazê bikarbîn’ Doktorên zanîngehê ji wan re gotin ‘Nexweşê ji me re bişînin, encax em dikarin, mudaxale bikin’ lê wana nexweş gelek dereng virêkir. Dema em çûn nexweşxaneya zanîngehê, ji me re gotin, ‘Niha nexweş ne li ser hemdê xwe ye. Filitîna wê zehmet e’.”

Kaya got ku, Nexweşxaneya Lokman Hekîmê, ji ber vê bûyerê derbarê du hemşîreyan de lêpirsîn daye destpê kirin. Kaya di vê derbarê de axaftina xwe wiha domand: “Lê em ne ji hemşîreyan, ji nexweşxaneyê gilîker in. Em ji doktoran gilîkerin. Me li dozgeriyê gilî kir. Perpisyar ne hemşîre ne, nexweşxane û doktor in.”

Kaya herî dawî got ku xetere li ser jiyana Makbûle Kaya ya dayîka 2 zarokan heye û wiha axivî: “Ew bi piyên xwe çû nexweşxaneyê. Lê niha ne li ser hemdê xwe ye û xetere li ser jiyana wê heye.”

Rayedarên Nexweşxaneyê: Em nikarin derbarê mijarê de agahî bidin

Rayedarên Nexweşxaneya Lokman Hekîm ya Wanê ku me îdîayên heyî ji wan pirsî, gotin ku ew nikarin derbarê mijarê de agahiyan bidin û pirsên me bê bersiv hiştin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê skandala tenduristiyê: Xwîna xelet dane nexweşekê!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *