Li Wanê xwendekara lîseyê rastî destdirêjiyê hatiye

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Navçeya Ebex (Çaldiran) a Wanê zaroka 14 salî rastî destdirêjiya ajokarê servîsê yê bi navê K.A., yê 52 salî hatiye. Zarok gilîkare û ajokarê servîsê jî reviyaye.

Li Navçeya Ebex a Wanê, keçika 14 salî ku li Lîseya Pîşesazî û Teknîkî ya Çaldiranê dixwîne, rastî destdirêjiya ajokarê servîsê yê 52 salî K.A., yê ji Gundê Terkizê (Yuvacik) hatiye. Li gor îdîayan, zaroka 14 salî ji ber gefên K.A., di îfadeya xwe ya ewil de, bûyer înkar kiriye, lê di îfadeya xwe ya duyemîn de bûyer piştrast kiriye.

Derbarê ajokarê servîsê de biryara girtinê

Piştî ku îfadeya keçikê di bin çavdêrîya parêzer de hatiye wergirtin derbarê bersûc K.A., de biryara girtinê hatiye derxistin. Piştî bûyerê cendirmeyan li gund bi ser mala bersûc de girtine, lê ji ber ku ew reviyaye, nehatiye girtin.

Zarok ji malbata wê re hate radestkirin

Piştî ku îfadeya wê li dozgeriyê hate wergirtin, zaroka 14 salî ji malbata wê re hate radestkirin.

Lêpirsîna derbarê bûyerê de hatiye destpê kirin, berdewam dike.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê xwendekara lîseyê rastî destdirêjiyê hatiye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *