Li Xarpêtê bi mezinahiya 4.6 pile erdhejek çêbû.
Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, ku li navçeya Xoxê ya Xarpêtê erdhejek bi pileya 4.6 rû da.
Hat ragihandin ku erdhej saet di 01:44 an de, di kûrahiya 11 kîlometreyan de çêbûye.
Walîtiya Xarpêtê derbarê erdhejê de daxuyaniyek belav kir û got, “Piştî erdhejê heta saet 01:58’an derbarê zerarê de ti zanyariyek nehatiye tomarkirin. Hemû şaxên me li bajarê me bandorên erdhejê ji nêzîk ve dişopînin.”
Serhat News
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver