Komîteya ‘Xelatên Bînerên Direklerarasi’ performansa Kenan Demir a di lîstika Mem û Zîn de hêjayî xelata “lîstikvanê mêr yê salê” dît. Mem û Zîn du xelat jî ji 17’emîn Festîvala Şanoya Kurdî ya Saqqezê wergirtibû
Komîteya ‘Xelatên Bînerên Direklerarasi’ encama nirxandina lîstikên sezona 2021-2022’an eşkere kir. Lijneya Bînerên Direklerarasi li gelek bajaran lîstikên şanoyê temaşe dike û li gor pîvanên xwe xelatan belav dike.
Xelata ‘Lîstikvanê mêr yê salê’
Komîteyê, performansa Kenan Demir a di lîstika Mem û Zîn de hêjayî xelata “lîstikvanê mêr yê salê” dît. Mem û Zîn bi konsept û derhênerîya Mîrza Metîn derketibû pêşberî temaşevanan. du xelat jî ji 17. Festîvala Şanoya Kurdî ya Saqqezê wergirtibû.
Du xelatên din wergirtine
Li gor encama nirxandina komîteya xelatan ku ji Goran Ali Karim, Bahruz Gharippoor û Aliraza Naimi pêk dihat, lîstika Mem û Zîn xelatên “ronahîya herî baş” û “muzîka herî baş” wergirt û ji bo xelata sêwirana sehneyê jî wek berendam hat nîşandan ku her sê jî ji alîyê Mîrza Metîn ve hatibûn sêwirandin
Biryar e Şermola Performans di sezona nû de bi lîstikên Mem û Zîn û Bûka Lekî û her wiha bi berhem û projeyên nû li Êlihê û li bajarên cuda yên cîhanê perdeyên xwe veke.
Serhat News
(lg)