MAK: Her du tifaqan jî pêwîstî bi dengên HDP’ê heye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokê Navenda Lêkolînan MAK’ê Mehmet Alî Kulat ku encamên lêkolînên xwe yên sala 2022’an eşkara kiriye, dibêje li gorî encamên wan ji bo serkeftinê pêwîstiya her du tifaqên Cumhur û Millet bi dengên HDPê heye.

Serokê Navenda Lêkolînan MAKê Mehmet Ali Kulat encamên lêkolînên xwe yên sala 2022’ê eşkere kirin.

Li gor nûçeya Rûdawê, Mehmet Ali Kulat dibêje, dema ew encamên îsal dinirxînin dibînin li gor dengên ku hene pêwîstiya her du tifaqên Cumhur û Millet bi dengên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hene. Kulat her wiha da zanîn ku rêjeya dengên HDP’ê jîc niha gihiştiye ji sedî 12-13’an

MAK: Her du tifaqan jî pêwîstî bi dengên HDP’ê heye - Mehmet Ali Kulat
Mehmet Alî Kulat

Di vê derbarê de Kulat ev agahî dane: “Me di sala 2022ê de 8 lêkolîn kirine, di heftan de rêjeya dengên AKP’ê daketiye jêr ji sedi 30, heta carna dadikeve jêr ji sedî 26,5. Niha tevî hemû hewldanan dengê wê gihiştine ji sedi31.”

Li gor MAKê rajeya dengên MHP’ê jî wekî ji sedî 6,5-7  hatiye diyakirin.

Kulat her wiha encamên giştî jî parve kirin û wiha domand: “Rêjeya dengên CHP’ê di navbera ji sedî 25-26an de diçe û tê. Rêjeya dengên ÎYÎ Partî bilind bûye di her heşt lêkolînan de rêjeya dengên wê daneketiye jêr ji sedî 15, hinek caran heta ji sedî 17ê bilind bûye. Eger em bibêjin rêjeya dengên Tifaqa Cumhur bigihe ji sedî 40-42. Tifaqa Millet jî bigihe ji sedî 45-47 jî. Dîsan nabe dengê pêwîst, ji ber di gera yekem de bo bendê derbas bikin pêdivî bi 50+1 heye. Di rewşeke wiha de pêwîstiya her du tifaqan jî bi dengên HDPê heye. Rêjeya dengên HDPê gihiştiye ji sedi 12 heta ji sedi 13’ê.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
MAK: Her du tifaqan jî pêwîstî bi dengên HDP’ê heye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *