Maseya CHP’ê ya Rojhilat û hilbijartinên 2023’an

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Maseya CHP’ê ya Rojhilatê ev demeke xebatên xwe dimeşîne û hewl dide van xabatan berfireh bike. Maseya rojhilat heta niha gelek mezinên eşiran kiriye endam û dixwaze ku di hilbijartinan de encamên supriz derxe holê.

Piştî ku Serokomar Erdogan destnîşan kir hilbijartin wê di meha Gulanê de bên lidarxistin, partiyên siyasî jî lez dane xebatan. CHP’ê jî beriya niha bo ku li bajarên herêmê xebatan bimeşîne Maseya Rojhilat ava kiribû. CHP hewl dide bi vê xebatê hejmara dengên xwe li herêmê zêde bike. Maseya CHP’ê ya Rojhilat heta niha li Amed, Riha, Colemêrg û Wanê hejmarek zêde rûspiyên eşîra kiriye endamê partiye. Herî dawî li Colemêrgê eşîra serokê eşîra Diriyan û li Wanê jî serokên eşîrên Ertoşiyan bûne endamên CHP’ê. Niha li bajarên din jî eleqeya eşîran ya bo CHP’ê bûye mijara mereqê.

Di encama xebatên CHP’ê de tê îdîakirin ku li Wanê û Erziromê weheye CHP parlamenterkî derxe.

Li Qersê, CHP bi rêveberiya xwe ya nû xebatên hilbijartinê dimeşîne û armanc girtiye ku ji hilbijêrên AKP’ê dengan wergir e. Serokê CHP’ê yê Qersê Taner Toraman destnîşan kir ku ew bi tifaqa Millet û Ked û Azadiyê re di nava piştevaniyê de ne û armanca wan ew e ku ji hilbijêrên AKP’ê dengan wergirin.

Maseya CHP’ê ya Rojhilat û hilbijartinên 2023’an - kars 2 1024x576 1
Qers

Li vê derê tifaqên Cumhur û Milet bo derxistina parlamenterekî ketine nava têkoşînê. Lê wisa xuya ye ku parlamenteriyên mayî dê bikevin destê HDP’ê.

Dîsa jî li gor hilbijartinên din, di vê hilbijartinê de zêdebûna xebatên CHP’ê tê berçavan.

Herî dawî parlamenterê CHP’ê yê Muglayê Mursel Alban â endamê meclisa partiyê Yaşar Seyman di çarçoveya xebatên Maseya Rojhilatê de li Erzirom, Agirî, Idir, Erdexan û Qersê hin hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinan de di serî de polîtîkayên diyarkirina qeyuman û gelek polîtîkayên din hatibûn rexne kirin.

Serokê CHP’ê ye Qersê Alban derbarê diyarkirina namzetan de jî got, “Me li 5 bajarên Serhedê bi rûspiyên eşîran û kesên di nava civakê têne heskirin re hevdîtin pêk anîn. Ev kese ne endamên CHP’ê ne. Me pirsgirêkên wan guhdar kir û li ser rêyên çareseriyê jî niqaş hatin meşandin. Lê niha ez nikarim tu navan bilêv bikim, bo namzetiyê.”

Li Qersê hemû eşîr li navçeya belav bûne û ew deng didin hemû partiyan. Her wiha Kurdên li Qersê jiyan dikin jî bi temamî deng nadin HDP’ê. Yanî Qers ciheke kozmopolîte û dengên hilbijêran sabît nîn in.

Maseya CHP’ê ya Rojhilat û hilbijartinên 2023’an - igdir 2 1024x576 1
Îdir

Li Îdîrê jî piranî Kurd dengên xwe didin HDP’ê û Azerî jî deng didin MHP û AKP’ê. Di hilbijartinên Serokkomariyê de Muharrem Înce li vir hejmarek zêde deng wergirtibûn. Lê niha rêjeya dengên tifaqa Millet di bin dengê Înce de ne. Wisa xuya dike ku tifaqê plana xwe bo têkçuyîna HDP’ê ava kiriye.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Maseya CHP’ê ya Rojhilat û hilbijartinên 2023’an

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *