Mehmet Gur, Ser Mamikan Nivîsî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ezê  di vê nivîsa xwe de cih bidim mamikan. Mamik çandeke gelîrî ya kurdan a dêrîn e. Lê ev çande li gel hemû gelan heye. Her gelekê li gorî jiyana xwe ya cîvakî mamik çêkirine. Mamik di nav xwe de jiyan û mantiqa gelan dihewinin. Mamik bingeha xwe ji aqil,mantiqa mirovan digirin. Zeka netewekê didin nîşandin. Pirsin,pirsên bi mantiq in û bersiva wan di nav mamikê de veşartiye.

   Demên kevnar û televizyon neyî di şevên zivîstanan ên dîrêj de,li gundan de,li ber tenûran  kal,dapîrên me ji hevdun dipirsin. Dem û wextê xwe bi van pisyarên mantiqî diborandin. Heta nîva şevan ev tiştanok ji hevdu dipirsin. Demek xweş û bi henek bi hev re derbas dikirin. Ken û hilehilên wan li dîwar û zikakên gundan olan didan. Dermanê xem,derdê wan mamik bûn. Bîrinên dilê xwe bi şertikan derdikirin. Mamik bûn xem revinên wan. Digotin şertkê min şertanî…. mamikê mino mintalî….

Ezê hine mamikan bi xwendevanan re par vebikim û bersîvên wan li hember wan binivîsim.

1. Êk lingê li deştê du lingo gihiştê girt û dana ser teniştê. Genim

2.“Her tim li mal e, caran şekir e carinan tal e” çi ye? Ziman

3.“Sewz e wekî xiyar, berz e wekî, çinar, tirş e wekî hinar” çi ye? Rêvas

4.“Çûne deştê bûne heştê, hatine çeman kit jê neman” çi ye? Hêştir

5.”Min tiştek heye kes nabîne, kes jî bê wê naqedîne” çi ye? Xewe

6.“Gîsikê kal e, şepşepal e, hê hê dikimê ho ho dikimê nayê mal e” çi ye? Heyve 

7. “Ez çûme şikesteka tijî bi ber, yeka wisa tunebû ku rûnêm li ser“ çi ye? Dev û didan

8.“Serê xetê û binê xetê, mamo av da, Xwedê quwetê!“ çi ye? Cotyar

9. “Sindirîka li ser sindirîkê, kilîda li destê bûkê, derve nabî bi neynûkê“ çi yeSindirîka li ser sindirîkê, kilîda li destê bûkê, derve nabî bi neynûkê“ çi ye? Seat

10.“Dara nav dara, zerik e ji guhara“ çi ye? Mirişik

11. “Odeka nav odekê de? pîvaz

12.“Ji şevê tarîtir e, ji hespê bileztir e, diçe û tê dizivire cihê xwe” çi ye? Kilê çavan

13.”Yê te ye, lê xelk ji te zêdetir bikar dihîne” çi ye? Nav

        Mehmet Gur

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Mehmet Gur, Ser Mamikan Nivîsî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *