Merasîma sondxwarina parlamenteran destpê kir

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Merasîma sondxwarina parlamenteran di Meclisê de dest pê kir.  

Serdema 28’emîn a Meclisê bi merasîma sondxwarinê ya parlamenteran dest pê kir. Piştî sondxwarinê, parlamenter dê bi awayekî fermî dest bi peywira xwe bikin. Ji ber ku endamê meclisê yê herî pîr Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ye, Lijneya Giştî ji hêla wî ve tê birêvebirin.

Li gorî rêziknameya navxweyî ya meclîsê, şeş parlamenterên herî ciwan ên meclisê dê katîbiya demkî bikin. Di vê çarçoveyê de parlamentera herî ciwan Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin, Parlamentera AKP’ê ya Enqereyê Zehranûr Aydemîr, Parlamentera AKP’ê ya Stenbolê Rumeysa Kadak, Parlamentera AKP’ê ya Enqereyê Zeynep Yildiz, Parlamenterê AKP’ê yê Îzmîrê Eyyûp Kadîr Înan dê peywirê li xwe bigirin. Dîwana Serokatiyê ya Demkî dê heta hilbijartina Serokê Meclisê û Dîwana Serokatiyê peywirê li xwe bigirin.

Bi torena sondxwarinê re dê pêvajoya hilbijartina Serokê Meclisê dest pê bike. Piştî ku Serokê Meclisê hate hilbijartin, dê Dîwana Serokatiyê û komîsyon bên avakirin.

Parlamenterên ku ji ber sedemekê nekarîn tev li rûniştina ewil bibin dê bikarin piştre sondê bixwin. Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ê Hatayê Can Atalay ku niha girtî ye, ji ber ku dosyaya wî ya tehliyekirinê ji Dadgeha Bilind re nehatiye şandin, nekarî tev li torena sondxwarinê ya îro bibe.

Tê payîn ku torena sondxwarinê heta derengiya şevê bidome. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî dê piştî daxuyaniya kabîneyê biçe Lijneya Giştî û di roja şemiyê de sondê bixwe. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Merasîma sondxwarina parlamenteran destpê kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *