Midûriyeta Gişti ya Meteorolojiyê ragihandiye ku dê li 15 bajaran toz bibare û li çend deveran jî dê ba û bahoz hebe.
Li gor daxuyaniya Meteorolojiyê li bendêye heta êvar rewşa tozbarînê berdewam be û li hinek cihan jî ba û bahoz hebe. Herwiha tê texmînkirin ku li herêma erdhejê ba û bahoz heta sibe berdewam be. Meteorolojiyê Ji ber vê yekê gotiye ku divê ji bo firîna çadiran, bijehrî ketina ji sobê û kêmasiyên di çûnûhatinê de tedbîrên pêwîst bên wergirtin.
Hêjayî gotinêye ku ev zêdetirê hefteyekê li çend bajarên herêmê pileya germê daketiye û barîna berf û baranê berdewam e. (Rûdaw)
Serhat News
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver