Meteorolojiyê bo Wan û 20 bajarên din hişyariya ba û bahozê da

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Midûriyeta Meteorolojiyê di nav de Wan jî heyî ji bo 21 bajaran hişyariya ba û bahozê da. Meteorolojiyê her wiha diyar kiriye ku tê pêşbinîkirin li van deveran toz jî bibare.

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê îro li bajarên Wan, Colemêrg, Meletî, Îdir, Erzerom, Riha, Sêrt, Dîlok, Mereş, Amedê, Enqere, Konya, Aksaray, Nevşehir, Nigde, Yozgat, Çankiri, Antalya, Isparta û Burdurê dê baraneke zêde bibare û îhtîmala lehiyê heye.

Midûriyeta navborî ragihandiye ku îhtîmal heye li van bajaran ligel baranê, ba û bahoz hebe û saziyên peywendîdar divê tedbîrên pêwîst werbigrin.

Tê pêşbînîkirin pileya germê li herêma Egeyê di navbera 2 heta 4 pileyan zêde bibe û li çend bajarên herêmê jî pileya germê 4 heta 6 pile dakeve. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Meteorolojiyê bo Wan û 20 bajarên din hişyariya ba û bahozê da

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *