Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê Wan jî di nav de bo 7 bajarên herêma Serhedê hişyariya barana zêde da.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê diyar kir ku li bajarên herêma Serhedê yên Wan, Qers, Erdexan, Agirî, Idir, Mûş, û Colemêrgê dê baraneke zêde bibare û divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.
Meteorolojiyê di daxuyaniya xwe de her wiha destnîşan kiriye ku li bajarên herêmê pileya germê 4 pile zêde dibe lê barîna baranê jî berdewam e.
Li aliyê din rayedaran ji welatiyan xwestiye ku di çûnhatinê de li gor tedbîrên hatine wergirtin tevbigerin.
Serhat News
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver