Mexdurên erdhejê li benda alîkariyê ne

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Navçeya Bêgiriya Wanê piştî erdheja pîle 5.2’yan bona tespîtkirina ziyanê xebatên tespîtê dest pê kirine.

Ekîbên Midûriyeta Hawîrdor û Bajarvaniyê ya Bajêr li gundê Bexdeşana bi ser Bêgiriyê ku do ne pêr erdhejek bi pîle 5.2 rûdabû, dest bi tespîta ziyanê kirin.

Tê dîtin ku dîwarên malan yên li gund temamî derizîne û gelek malan jî zirar dîtiye.

Erdhej bûye sedema tirsê

Şêniyê gund Cengîz Tunç, dibêje ku jiber erdhejê pir tîrsiyane û wiha pêde diçe: “Em ji ber erdhejê pir tirsiyan. Bi zarokan re tim me xwe avêt ber derî. Pîleya 5.2 bû. Ev pîleyek zêdeye. Wê çaxê em hemû li ber televîzyonê bûn. Mala me gelek zirar dîtiye. Heywanên me jî giştî li ber derî man. Gundê me tu ziyana canî tuneye. Lê gelek diwar derizîne. Em daxwaza konteynir û konan dikin.”

Mexdurên erdhejê li benda alîkariyê ne - Cengiz Tunc 1
Cengiz Tunç

‘Em li ser sifreyê bûn’

Muxtarê gund Mehmet Gulsevînç jî got ku erdhejek pir tund çûbûye û wiha berdewam kir: “Em li ser sifreyê bûn. Ji tirsan em reviyan ber derî. Ji erdheja 2011’an vir ve me tiştek wiha nedît. Lê elhemdulilah tu tişt bi kesekî nehatiye. Em mal bi mal geriyan û me mal kontrol kirin. Ji bilî derizîna diwaran tu zirar nîne. Di sala 2011’an de bo me 50 mal hatin çêkirin. Dîwarên wan jî derizîne. Ew jî rewşek xeter derxistiye holê. Birêz Walî jî şevêdin telefon vekir û rewşa me pirsî. Ekîban jî tespîtên xwe kirin. Em li benda alîkariya konteyner û konan in.”

Mexdurên erdhejê li benda alîkariyê ne - Mehmet Gulsevinc
Muxtar Mehmet Gulsevinç

Serhat News

(lg)  

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Mexdurên erdhejê li benda alîkariyê ne

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *