Ji bo qewimînên di Komkujiya Madimakê de bên ragihandin, Navenda Hişê ya Otêla Madimakê hat avakirin. Di çarçoveya projeyê de dê heya dawiya salê welatî karibin sûdê ji pirtûkxaneya dîjîtal, muzeya dîjîtal, xebatên belgefîlm û devkî bigirin.
Xebatên projeya Navenda Hişê ya Otêla Madimakê, ji bo bîranîna kesên di 2’yê Tîrmeha 1993’yan de li Sêwazê hatibûn qetilkirin, hatibûn destpêkirin, didomin. Projeya ku ji aliyê Federasyona Yekîtiya Elewiyên Ewropayê tê birêvebirin, di Nîsana 2022’yan de hatibû destpê kirin. Proje ji 5 beşan pêk tê. Beşa ewil Pirtûkxaneya Dîjîtal e. Pirtûkxaneya dîjîtal di 10’ê Hezîranê de hat vekirin û niha jî li benda vekirina Muzeya Dîjîtal e, beşên belgefîlm, belgefîlmê web û dîroka devkî ye.
Li gel 120 kesan hevdîtin hatiye kirin
Di dema xebatan de li gel 120 şahid û xizmên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hevdîtin hat kirin. Hevdîtinên hatine kirin hem dê di dîroka devkî hem jî di xebatên belgefîlmê de bên bikaranîn. Her wiha dê bi Muzeya Dîjîtal re jî bîranînên kesên jiyana xwe ji dest dane zindî bên hiştin.
Koordînatora Navenda Hişê ya Komkujiya Madimakê Eylem Şen û Endamê Lijneya Rêveber a Federasyona Yekitiyên Elewiyên Ewropayê Alî Çagan behsa hûrguliyên projeyê kirin.
Proje ji 5 beşan pêk tê
Koordînatora Navenda Hişê Eylem Şenê, anî ziman ku proje ji 5 beşan pêk tê. Şenê ragihand ku ewilî di 10’ê Hezîranê de Pirtûkxaneya Dijîtal hatiye vekirin û wiha got: “Di meha Îlonê de jî dê Muzeya Dîjîtal bê vekirin. Her wiha xebatên dîroka devkî û belgefîlmê jî tên kirin. Em hewl didin xebateke ku hemû qewimînan vebêje pêk bînin. Dibe ku belgefîlm di meha Mijdarê de bê nîşandan. Her wiha dê heya wan çaxan belgefîlma Web ê jî amade be. Herî dawî jî dê Hevdîtinên Dîroka Devkî bên weşandin.”
‘Madimak komkujiyek zindî ye’
Şen, destnîşan kir ku armanca wan ew e ku bi navenda hişê re hemû qewimînan bidin nîşandan û bîranîna 33 kesên hatine qetilkirin mayînde bikin. Şen, diyar kir ku komkujiya Madimakê jî komkujiyeke zindî ye û got ku ji bo vê tu hevrûbûyînek çênebûye. Şen, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger hevrûbûn çêbûna, dê Roboskî û Pirsûs rû nedana. Hevrûbûyîna bi van qewimînan re û afirandina bîra civakê barê me hemûyan e. Em dikarin vê navendî bi hemû pêkhateyên civakîr e temam bikin. Ger têkildarî komkujiya Madimakê û kesên li vir jiyana xwe ji dest dane li ber destê we belge, agahî, dîmen hebin hûn bi navend abîrê re parve bikin dê baş be. Tenê em dikarin bi vî awayî bihêz bibin û bîra civakî biafirînin.”
‘Êşa me hêj jî sivik nebûye’
Endamê Lijneya Rêveber a Federasyona Yekitiyên Elewiyên Ewropayê Alî Çagan jî ragihand ku ew şahidê zindî yê komkujiyê ye. Çagan, destnîşan kir ku 30 sal derbas bûne lê hê jî ne êşa wan sivik nebûye ne jî lêgerîna wan a ji bo edaletê bi dawî bûye û wiha domand: “Ez di 2’yê Tîrmeha 1993’yan de di hundirê Otêla Madimakê de bûm. Li Swêdê gava em ji mirovan re behsa vê komkujiyê dikin, bawer nakin, dibêjin qey beşeke fîlman e. Em bûn şahidê bûyereke ku mirov wê fêm nakin. Lewma hê jî dilê me dişewite û êşa me bargiran e. Em dixwazin bi vê xebatê re heya 500 sla şûn de jî rê li ber serdestan bigirin ku hew karibin mirovan ji ber bîr û abweriyên wan qetil bikin.”
Çagan anî ziman ku êdî şahidên zindî jî jiyana xwe ji dest didin û got ku tiştên ew bûne şahidê wan jî bi wan re diçin. Çagan, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em wiha difikirin ku divê ew qewimîn bigihên nifşên bê jî. Divê behsa van mirovên me bihata kirin. Kesên li wir hatin qteilkirin tenê ne 33 mirov in. Ez yeqîn dikim dê hezkirin li vê axê şîn bê. Em ê bi hev re hesab ji hemûyan bipirsin.” (MA)
Serhat News