Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû ku dengê xwe li Enqerê bikar anî, got: “Dê ji vir û şûnde bihar were vî welatî.”
Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû di sindoqa hejmar 4221 a Dibistana Seretayî ya Arjantînê ya li Çukurambar a Enqereyê de dengê xwe bikar anî. Kiliçdaroglû piştî ku dengê xwe da axivî û wiha got: “Ez rêz û hezkirina xwe pêşkeşî hemû hemwelatipyên me yên çûne ser sindoqan û dengê xwe dayîn. Me hemûyan jî gelek bêriya demokrasiyê, bi hev re bûn, hevhembêzkirinê kiriye. Hûn dê bibînin, dê ji vir û şûnde bihar were vî welatî.” (MA)
Serhat News