Nanpêjên li Wanê ber bi îflasê ne!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Nûnerê Odeya Xwaringeh û Nanpêjan yê Wanê Vehbî Koç, diyar kir ku di navbera buhayê halk ekmek û nanê wan de 80 kuruş carnan jî 1 TL ferq heye û da zanîn ku ev buha li bajarên din 25 kuruş e. Her wiha Koç derbirî ku nanpêjên li Wanê hatine ber îflasê.

Tevî krîza aborî ku li Tirkiyeyê bi bondore, wekî sektorên din sektora nanpêjiyê jî ketiye nava rewşekî pir xerab de. Torbeyek ar 500 TL, koliyek hevîrtirşê (maye) jî bûye 370 TL. Ji ber vê sedemê nanpêj bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin.

Li Wanê ku 400 dikanên nanpêjiyê lê hene, li gel vê yekê pirsgirêkeke din ya nanpêjan jî heye; Halk Ekmek. Di navbera nanê halk ekmek û nanê din de ji sedî 20’ê zêdetir cudahiya bûhayî heye. Ji ber vê jî nanpêjên li bajar hatine ber îflasê.

Nûnerê Odeya Xwaringeh û Nanpêjan yê Wanê Vehbî Koç vê rewşê bi gotina “Em hemû hatine ber îflasê” vegot.

Pirsgirêka Uygulama Oteliyê

Koç di sala 1983’an de wekî şagirt dest bi nanpêjiyê kiriye û di sala 2000’an de jî dikana xwe vekiriye. Koç bi taybet balê dikişîne ser xebatên Otela Pêkanînê (Uygulama) ya Lîseya Pişeyê ya Evliya Çelebî û destnîşan kir ku di bin sêwaneya otelê de bo nanpêjiyê saziyek hatiye avakirin. Koç bi berdewamî anî ziman ku ev sazî bi navê gihandina xebatkaran, ketiye nava sektorê û wiha got, “Ew bi navê gihandina xwendekaran, dikevin îhaleyên û gelek îhaleyên hevalên me ji destê wan standine. Ev jî ji bo me dibe sedema pirsgirêkan.”

Nanpêjên li Wanê ber bi îflasê ne! - firincilar 3 1024x769 1
Vehbi Koç

Koç herwiha bilêv kir ku ew ne li dijî firotina nanê Halk Ekmekê ne û wiha axivî: “Dema ku ferqa di navbera wan de ji ku divê ji sedî 20 be, derkeve ji sedî 80’yan hevalên me yên xwedî tora belavkirina nan, nikarin nanê xwe bifiroşin. Li cihên din ev ferq herî zêde 25-50 kuruş e. Lê li vir 80 kuruş carnan jî 1 TL ye. Ev jî bo me dibe pirsgirêk.

‘Masraf pir zêde bûne’

Koç di berdevamiya axaftina xwe de qala zêdebûna masrafên nanpêjan jî kir û wiha domand: “Meaşê kêmane, prîmên sîgortê, kirê, sotemenî… Bûhayê van gelek zêde bûye. Ji ber vê jî di meha dawî de 6 nanpêjan dikanên xwe girtin. Torbeyek ar/arvan bûye 500 TL. Ji torbeyek ar beyî ku hevîrtiş têxî nav 280 heb nan derdikevin. Wê çaxê maliyeta hebek nan dibe 1 TL û 70 Kuruş. Koliye hevîrtirşê ji 60 TL yan derketiye 370 TL yan. Dema te hevîrtiş xist nava wê maliyet derdikeve 2 Tl 25 kuruşan. Ez hêj behsa masrafên din jî nakim.”

‘Wiha biçe wê nanem bibe 8 TL’

Koç destnîşan dike ku beriya niha rojê 27 hezar nan çêdikirin, lê niha encax dikarin 3 hezar û 500 heban çêkin. Ji ber vê jî min 10 Milyon TL zirar kir. Du wesayîtên min hebûn, min ew firotin. Çar avahî û çar wesayîtên servî min hebûn. Ew jî min firotin. Bi firotina van tiştan ez hewil didim ku li ser piyan bimînim. Wiha biçe wê nanek bibe 8 TL.”

Nanpêj Selahattin Kara ku ev 28 sale vî karî dike dibêje ku bo reqabetê ew nan di bin bûhayê lîsteya firotinê de û dide zanîn ger ew li gor lîsteyê jî bifiroş e ew ê zirar bike. Kara, anî ziman ku masrafên wan gelek zêde bûne û wiha axivî: “Masrafên me pir zêde bûne. Buhayê ar, faturayên ceyranê, sîgorte, meaşê karkeran… Em nikarin êdî xwe li ber bigirin. Tu hêza me nemaye.

Nanpêjên li Wanê ber bi îflasê ne! - firincilar 1 1024x576 1
Selahattin Kara

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Nanpêjên li Wanê ber bi îflasê ne!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *