1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Nasnameya qurbaniyên êrîşa Parîsê eşkere bûn

Nasnameya qurbaniyên êrîşa Parîsê eşkere bûn

featured
WÊNE RÛDAW
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Nasnameye kesên di encama êrîşa li hemberî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin eşkerekirin.

Li paytext Parîs a Fransayê êrîşkarekî 69 salî bi çekê êrîş li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya, restoran û sertraşxaneyekê kir. Di encamê de 3 welatiyên Kurd jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Navê hersê qurbaniyên êrîşê wiha ne: “Hunermend Mîr Perwer ê ji navçeya Gimgim a Mûşê, Emîne Kara ji navçeya Qileban a Şirnexê û Evdirehman Kizil.”

Şahidê bûyerê nivîskar Îbrahîm Seydo Aydogan ku ji agahî dane çapemeniyê diyar kir, “Êrîş 5 deqeyan dewam kiriye, 8 kes birîndar bibûn lê 3 ji wan şehîd ketin ku hemû jî Kurd in.”

Îbrahîm Seydo Aydogan li ser nasnameya kesên ku canê xwe ji dest dane anî ziman, “Kesên ku canê xwe ji dest dane, çalakvanên doza Kurdî ne û hunermend in, kesên sivîl ên civaka Kurdî ne. Em navên 2 kesan bi teqezî dizanin ku yek ji wan navê wê Evîn e, yek jî hunermend Mîr Perwer e. Li ser birîndaran zanyariyeke zelal nîne lê bi qasî ku polîsên Fransî dan zanîn, rewşa wan ne pir xirab e ku her 3 jî mêr in. Kesên ku canê xwe ji dest dane 1 jin e û 2 zilam in.” (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Nasnameya qurbaniyên êrîşa Parîsê eşkere bûn
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri