Biboneya ku erdhejê bondor li wan kiriye, li tevahiya Tirkiyeyê nêçîrvaniya ajalên kovî hatiye qedexekirin.
Wezareta Daristan û Çandiniyê bi mebesta parastina ajalên kovî li tevahiya Tirkiyeyê nêçîrvaniya bejayiyê qedexe kiriye.
Wezaretê aşkere kiriye ku ji ber erdhejan heta fermanekî din li tevahiya Tirkiyeyê nêçîrvaniya bejahiyê hatiye qedexekirin.
Wezaretê destnîşan kiriye ku mebesta qedexekirinê parastina ajalên kovî yên ku bandora erdhejê lêbûne ye.
Wezaretê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha gotiye: “Ji ber karesata erdhejan ku navenda wan Mereş bûye û li 10 bajaran bandor kiriye li tevahiya Tirkiyeyê heta fermanekî din nêçîrvaniya bejahiyê ji 14ê Sibatê pê ve hatiye qedexekirin.”
Serhat News
(lg)