1. Haberler
  2. Çand û Huner
  3. Neferê yekitiya Kurdan: Ehmedê Xanî

Neferê yekitiya Kurdan: Ehmedê Xanî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Alim, muderris û feylezof Ehmedê Xanî bi pêşbiniya xwe ya nêzî 400 sal beriya niha, roja me ya îro hêj jî ronî dike. Lêkolîner û Dîroknasê Kurd, M. Xalid Sadinî dibêje “Di demeke ku hêj tu behsa netewe dewletên, li ser rûyê dinyayê tunebû de, wî bo Kurdan dewlet xwestiye.”

Ehmedê Xanî di sala 1651’an de li Bazidê hatiye dinê. Navê bavê wî Şêx Îlyas û navê diya wî Gulnîgar e. Malbata wî ji Gundê Xanê yê Colemêrgê koçî Bazidê kiriye, lewra wekî ‘Ehmedî Xanî’ tê nasîn. Wî bi nivîsandina berhema xwe ya bi navê Mem û Zîn, navê xwe bi tîpên zêrîn di nava edebiyata Kurdî de daye nîvîsandin.

Ehmedê Xanî feylezof, zimanzan û hîndekar e. Ew li ser zanyariyên felsefî, teolojîk û edebî yên serdemê baş têgihiştiye û di vî warî de jêhatiye. Xanî her wiha di dîroka felsefêyê, dîroka olan, edebiyata Kurdî, folklor û dîrokê de jî xwediyê zanîneke pir kûr e.

Nivîskar û lêkolîner M. Xalid Sadînî, ku li ser jiyana Ehmedê Xanî lêkolînên wî hene, hin nirxandin bi Serhat Newsê re parve kirin.

 ‘Ehmedê Xanî ferhengeke helbestî ji bo zarokên medresê nivîsîye’

Lêkolîner Sadînî, dibêje, Ehmedê Xanî di sala 1651’ê li Bazîdê hatîye dinê û navê bavê wî Şêx Îlyas e. Herwiha ew destnîşan dike ku malbata Xanî ji Colemêrgê gundê Xanê koçî Bazidê kiriye û derbarê vê koçberiyê de jî van agahiyan parve dike, “Di sala 1617’an de, di nabera Mîrê Hekariyan û Waliyê Wanê yê wê demê Tekelû Mehmet Paşa de şerek derdikeve. Di vî şerî de Mihrab beg ê ji eşîra Xaniyan gelek serkeftî bûye. Lê şer bi têkçûyina aliyê Xaniyan encam bûye û Zekeriya Xan Begê ferman daye ku gundê Xaniyan bê wêrankirin.  Pîştî xerabûna gund bavê Xanî diçe Cizîrê. Lê ew ehlî zozananin. Cizîrê gelek nemane. Ji Cizîrê çûne Bazîdê û li wir cîwar bûne.”

Di berdewamiyê de Sadînî, qala jiyana perwerdehiya Xanî dike û wan tiştan dibêje, “Ehmedê Xanî, medresa Bazîdê de rabûye. Pêşîye muddebbir bûye û di qesra Mîr de şol/kar kirîye. Li gel wê şolê bûye seydayê medresê û di medresê de tiştên ku kêmasî dîtîye wekî muceddîdekî hindek kitêb nivîsîye. Aqîdeyê Îmanê nivîsîye û Kurdî nivîsîye. Kitêbek ji bo zarokan nivîsîye. Ferhengeke manzûm yanî ferhengeke helbestî ji bo zarokên medresê nivîsîye. Di kitêbê de sê hezar peyv hene û bi Erebî-Kurdî, Kurdî manzûm çêkirîye.”

‘Ehmedî Xanî raste rast çîrokeke gelerî ya Kurdî nivîsîye’

Sadînî, got ku Ehmedê Xanî, li ser zimanê Kurdî gelek kar û xebat kirîye, “Feqîyê Teyran di jîyana xweda kemasîyek gelek mezin di edebîyata Kurdî da dîtîye; ku heta vê gavî gelek gazel hatine nivîsîn, gelek mersîye hatine nivîsîn, qasîde hatine nivîsîn. Di babetên helbestê yên dîda tişt hatine nivîsîn lê mesnevî bi Kurdî nehatine nivîsîn. Feqîyê Teyran destanê kurtir nivîsîye lê bi awayekî wusa nivîsîye. Lê Ehmedî Xanî raste rast çîrokeke gelerî ya Kurdî wek Mem û Zîn ji bo xwe kirîye bahane û ew efsaneya Mem û Zînê nivîsîye.”

Gor Sadînî Ehmedê Xanî xwastîye ku delalî û xweşikîya Kurmancî nişan bideû wiha pêde çû; “Edebiyata Kurdî, ji edebîyata Farisî yan jî edebîyata Tirkî yan jî edebîyata Erebî qet kêmtir nîne. Tu kemasîyên Kurdî tune. Îspata vê şolê kirîye û di jîyana xweda ji ber wê kitêbeke serkeftî nivîsîye. Ji bilî wê Ehmedî Xanî dîwanek heye. Heta vê gavî 33-34 helbestê wê diwanê cûrbe cûr bi dest me ketine. Ji bilê wê hinde kitebên astronomîye dibêjin Ehmedê Xanî nivîsîye.”

‘Daxwaza dewlet bûyîna Kurda kirîye’

Li derbarê mirina Ehmedê Xanî de jî Sadînî çend gotin anîne ziman û ev agahî dane me; “Di sala 1770’an yanî nêzî 58 salîya xwe de, çûye ser dilowanîya xwe. Ev tarîqe (dîrok) gelek eşkere nîne çimkî derbarî wêda, li ser goristana wêda tiştekî eşkere tune. Lê bala pitir mirovan ku behsa Ehmedê Xanî kirine ev tişte gotine, ku 1770 ê de çûye ser dilowanîya xwe. Ew jî tariqeke gelek kewîn jî nîne. Ji ber wê mumkune wusa be. Çimkî medresa wê dewam kirîye. Kesekê piştê wî rabûyê Şerefxanê Bazidîye. Feqîyê wê jî hebûne ji ber wê mumkune ku tarîqa mirina wê rast be.”

Neferê yekitiya Kurdan: Ehmedê Xanî - Xalid Sadini 1
M. Xalid Sadinî

Beriya Ehmedê Xanî di edebitaya Kurdî de mesneviyeke dirêj nevîsî bû. Xanî bi nivîsina destana Mem û Zîn ev valahiya di edebiyata Kurdî de tuje kiriye û bo edebiyata Kurdî bûye himêke qahîm.

Sadînî di vê derbarê de jî ev tişt anîne ziman: “Di Mem û Zînê de, Ehmedî Xanî behsa eşîrên Kurdan û her wiha bêtîfaqîya di navbera Kurdan de dike. 300 sal berîya vê Ehmedê Xanî behs dike ku; Kurd bê sermîyanin, bê mecalin, bê dewletin. Di navbeyna Ecem û Roman da bûne êxsîr. Ji ber hindê ji vê tiştê gelek bêzar bûye û xwastîye vê qederê biguherîne. Piştî hingê di Mem û Zînê da beşa çaranda jî ew raste rast dewa daxwazîya dewlet buyîna Kurda kirîye. Hêj dewletên netewe dinava rûyê dinyayêda nehatine çêkirin ewê dewletekî neteweyî ya Kurda xwastîye. Ji ber hindê girîngî Ehmedê Xanî sê tiştada dibînitin, yek; ew ji bo medresa Kurdî müceddit bûye, du; mesnewî nivîsîye cara ewilî di Kurdî da û ya sisê jî daxwaza dewlet bûyîna Kurda kirîye.”

‘Helbesta wî bûye tradîsyon’

Ehmedê Xanî, ji ber ku bide nasîn, bide zanîn ku ferqa zimanê Kurdî, ji Farisî yan jî Tirkî yan jî Erebî kêmtir nîne. Li ser vê yekî Sadînî mînaka helbesta Ehmedê Xanî dide: “Helbest jî nivîsîye û ew helbest jî bûye tradisyon. Di ve helbestê de rêzek Kurdîye, rêzek Erebîye, rêzek Farisîye, rêzek Tirkîye.”

Sadînî derbirî ku gere Kurd, Ehmedê Xanî baş fêm bikin, bixwînin û wiha got, “Heta em negehin Ehmedê Xanî, em Ehmedê Xanî baş fêm nekin ji nexweşîya xwe ya îro jî em xelas nabin. Sebebê nexweşîya me ya îro em dinavdane tênegehêştina Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran ê. Çimkî Ehmedê Xanî, hêj wî zemanî daxwaza desthilatdarîya Kurda kirîye.”

M. Xalid Sadînî kiye?

Nivîskar, lêkolîner û weşanger, M. Xalid Sadînî ji Colemêrgê ye. Wî li Fakulteya Vekirî ya Zanîngeha Anadoluyê beşa Sosyolojiyê xwendiyê û piştre jî li Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê, di beşa Çand û Zimanê Kurdî de lîsansa bilind temam kiriye.

Dîwana Feqiyê Teyran, Hemû Berhemên Mela Huseynê Bateyî, Mîrnameya Hekarîyan jî di nav de bi qasî 20 pirtûkên wî çap û belav bûne.

Berpirsê Weşanxaneya Peywend û Loryayê ye û yek ji endamên Lîjneya Rêveber a Weqfa Îsmaîl Beşîkciyî ye.

Vîdeo/montaj: Dildar Guler

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Neferê yekitiya Kurdan: Ehmedê Xanî
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *