Newroza Amedê bi coşek mezin tê lidarxistin

featured
Newroza Amedê/MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Newroza Amedê bi tevlibûna bi tevlibûna hezaran kesî bi coşek mezin dest pê kir.

Newroza îsal ku bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” tê pîrozkirin, diyarî qurbaniyên erdheja Mereşê hate kirin. Şahiya Newrozê, li Parka Newroza ya li navçeya Rezanê tê lidarxistin. Dika mezin a qada pîrozbahiyê bi rengê reş hatiye xemilandin û pankarta “Newroz pîroz be” hate daliqandin.

Newroza Amedê bi coşek mezin tê lidarxistin - Newroza Amede bi cosek mezin dest pe kir 1

Li qada Newrozê posterê Jîna Emînî ku ji hêla rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin ê bi nivîsa “Bi tayê porê Jîna Emînî, em ê tekoşîna jinê bilintir bikin” û posterê Kemal Kurkut ku di Newroza 2017’an Amedê ji hêla polîsan ve hatibû kuştin, ê bi nivîsa “Kemal Kurkut nemir e” hatin daliqandin. Li gel posteran, her wiha pankartên “Şîna me sedema tekoşîna me ye”, “Newroz cejna azadiyê ye”, “Ciwan agirê Newrozê yê qet venamire ye” û “Ruhê 8’ê Adarê diherike qada Newrozê” hatin daliqandin. Hêzên ewlekariyê li derdora qada Newrozê tedbîrên berfireh wertgin.

Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî tevli Newrozê dibin

Di protokola Newroza Amedê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Cîgira Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, Seroka Lijneya Rêveber a SAMER’ê Yuksel Genç, Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevseroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şukran Kablan Yeşîl, Înîsiyatîfa Malbatên 5’ê Hezîranê û Malbatên Pirsûsê, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Kedê (EMEP) cih girtin.

 

Newroza Amedê bi coşek mezin tê lidarxistin - Newroza Amede bi cosek mezin dest pe kir 1

Mêvanên taybet ên Newrozê jî ji Malbata Şenyaşar Ferît Şenyaşar, hevjîna Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş, hevjîna Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, Zeynep Mizrakli ne.

Pêşkeşvaniya pîrozbahiyê jî hunermend Devrîm Demîr û lîstikvanê şanoyê Ozcan Ateş dikin. Pîrozbahî piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk di pîrozbahiya Newrozê de derket ser dikê û axaftinek kir. Turk di axaftina xwe de wiha got, “Newroza Amedê pîroz be. Newroz berxwedan e. Belê gelê me yê hêja wek ku hûn dizanin bi deh hezaran di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan. Em sersaxiyê ji gelê xwe re dixwazin. Newroz roja azadî û berxwedanê ye. Carek din Newroz bi coşek mezin tê pîrozkirin. Kawayê Hesinkar li çiyayên Zagrosê agirê Newrozê pêxist. Ji wê rojê heta îro Kawayê Hemdemîn û hevrêyên xwe agirê Newrozê gur kirin. Lewma Newroz ji bo kurdan girîng e.

Newroza Amedê bi coşek mezin tê lidarxistin - Newroza Amede bi cosek mezin dest pe kir 2

 ‘Îro roja vejîna gelê Kurd e’

Îro roja vejîna gelê kurd e. Rojek girîng e. Newroz siberoja me ya azadiyê ronî dike. Em îro di heyamek guherînê û veguherînê de ne. Em di serdemek ku wê faşîzm têk here de ne. Em dibêjin bimire faşîzm. Em ê li dijî faşîzmê berxwedana gelan mezin bikin. Ji bo em di hilbijartina pêşiya me de vê faşîzmê hilweşînin û Komara Demokratîk pêk bînin, em ê bi hev re têkoşînek biryardar bikin. Armanca me ew e ku li dijî zextên li ser gelê kurd berxwedan bê kirin. Tenê ne li bakurê Kurdistanê, di heman demê de li başûr û rojavay3e Kurdistanê jî li ser gelê kurd şerê tunekirinê tê meşandin. Îro roj roja dij derketina şerê tunekirinê ye.

 ‘Ev heyam, heyama azadiyê ye’

Ez bang li gelê kurd dikim. Em li dijî faşîzmê têdikoşin. Heke îro li dijî dijminatiya li ser Kurd bêdeng bimînin, ev bêehlaqiyek mezin e. Ji bo avakirina pergalek nû heyamek nû li pêşiya me ye. Divê li dijî vê îktidara ku aloziyan derdixe, têkoşîne bê berfirehkirin. Ev Newroz, Newroza azadkirina birêz Ocalan e. Em neçarin ku têkoşîna vê yekê bikin. Îro bi hezaran Kurd di zindanan de ne. Ev dijminatiya gelê Kurd e. Heke em li dijî vê yekitiya xwe ava nekin, heke em hesabê vê yekê nepirsin, xwelî li serê me be. Divê em dawî li dîlgirtina zindanê ya 24 salan bînin. Ev heyam heyama azadiyê ye. Wê gelê Kurd wê di vê heyamê de çarenûsa xwe diyar bike.”

Piştî Turk, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar derket ser dikê û axivî.

Piştre jî koma repbêjan Reqso, Ronî Artîn û Sîmyager derketin ser dikê û strîn.

Newroz bi coşek mezin berdewam dike. (MA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Newroza Amedê bi coşek mezin tê lidarxistin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *