Nivîskar Dilbihar: Gelê Kurd dixwaze zimanê wî, bibe zimanê perwerdehiyê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Nivîskarê Kurd Heval Dilbihar 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li hemû Kurdan pîroz kir û wiha got: “Gelê Kurd dixwaze zimanê wî, bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermî.”

Li Wanê duh 14 Saziyên Civaka Sivîl bi daxuyaniyeke hevpar 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin. Nîvîskar û hevgerînendiyê Kovara Destar Heval Dilbihar, piştî daxuyaniyê ji Serhat Newsê re axivî.

Dilbahar di destpêkê de 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li hemû Kurdan pîroz kir û wiha axivî: “Xetereya li ser zimanê Kurdî hêj jî ji holê ne rabûye. Ji gelek milan ve êriş û qedexekirinên li ser zimanê Kurdî berdewam dikin. Her çiqas dirûf û rêbazên qedexekirinê guherîbin jî lê ev yêk hêj didome. Li gel vê berxwedan û raperîna gelê Kurd ya ji bo parastin û pêşxistina zimanê xwe jî hêj berdewame. Gelê Kurd dixwaze zimanê wî yê ku zimanekî herî bingehîn yê hemû zimanane, bibe zimanê perwerdehîyê, bibe zimanê fermî û hemû qedexekirinên li ser zimanê Kurdî ji holê bê rakirin. Lazime zimanê Kurdî di hemû zagonên bingehîn de wekî zimanê fermî bê pejirandin.”

‘Lazime her Kurdek mala xwe bike dibistana Kurdî’

Dilbihar, got ku divê zimanê Kurdî ji dibistanên seretayî bigire heya zaningehê, di her merheleya perwerdehîyê de, bibe zimanê perwerdehiyê û wiha domand: “Ji bo wê divê gelê Kurd ji 7 salî heya 70 salî, ji 2 saliyê heya 102 saliyê, bi taybet di nava mala xwe de û li hemû qadên jiyanê de Kurdî bikar bîne. Lazime her Kurdek mala xwe bike dibistaneke zimanê Kurdî. Bi taybetî, jî hemû tevger, hemû partîyên sîyasî, sazî, enstîtu hemû kesên ku ser navê Kurdan tev digerin, pêwîst e zimanê Kurdî wekî mijareke stratejîk bigrin dest. Ji bo vê qadroyan cihe bikin.”

Nivîskar Dilbihar: Gelê Kurd dixwaze zimanê wî, bibe zimanê perwerdehiyê - Heval Dilbihar Gele Kurd dixwaze zimane wi bibe zimane perwerdehiye

‘Divê her roj bibe roja zimanê Kurdî’

Dilbihar di berdemiyê de balkişand ser parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî û pêşniyarên xwe wiha rêz kir: “Çawa xebatên xwe yên sîyasî an ji yên civakî rojane bê navber didomînin, divê tekoşîna parastin û peşxistina zimanê Kurdî bi wî avayî bênavber, her roj li her derê bimeşînin. Ne tenê biboneya 21’ê Sibatê, yan ji 15’ê Gulanê divê her roj bibe roja zimanê Kurdî. Ev zimanê qedîm, zimanê dîrokî, ji gelek zimanên cihanê re bûye çavkanî. Divê ala xwe li esmanê zimanên mirovahîyê bide zanîn ku zimanê Kurdî bi rastî ji zimanekî çawa berxedêre, serhildêre, ew qas jî serfiraze û tu caran tu hêz nikaribe zimanê Kurdî dêk bibe.”

‘Polîtîkayên li hemberî Kurdî berdewam in’

Dilbihar, di dawiya axaftina xwe de bang û daxwazên xwe cardin dubare kirin û wiha pêde çû: “Gelê Kurd herdem dixwaze zimanê xwe pêş bêxe, zimanê xwe biparêze rasti gelek êrîşan tê mixabin. Ji berkû nêzikatî hişmendî û kiryarên li ser zimanê Kurdî ji alîyê neyînî ve hêj hole ranebûne. Polîtîkayên li dijî zimanê Kurdî hêj berdewamin. Ji ber wê çendê jî kesên ku di xwazin zimanê Kurdî pêş bêxin, zimanê Kurdî biparêzin, zimanê Kurdî derxin asta hemu zimanên cîhanê ji alîyê piratîkê wê rastî êrîşan tên. Tên kuştin, tên girtin. Me dît wekî bi salane gelek partîyên sîyasî yên dewleta tirk yên rastî her çiqas bêjin ‘Em dijî zimanê Kurdî nînin jî’ lê hewildidin ku zimanê Kurdî dorpêç dikin. Ji ber wê ji hemu partîyên sîyasî yên Kurd û yên demokratîk parastin û pêşxistina zimanê Kurdî wekî xeteke sor hildin dest. Stratejîya Kurdî pêş bêxin û di hemû kar û xebatên xwe de jî zimanê Kurdî bi kar bînin. Ji bo zimanê Kurdî polîtîkaya pêşbixin û butçeyê cihe bikin. Zimanê Kurdî li Kurdistanê bixin nav xebatên xwe.”

Serhat News

Vîdeo/montaj: Şehrîban Abî

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Nivîskar Dilbihar: Gelê Kurd dixwaze zimanê wî, bibe zimanê perwerdehiyê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *