Rêveberê Weşanxaneya Peywendê nivîskar Xalid Sadînî, ji bo ku eleqeya li hemberî berhemên Kurdî gelek kêm e gazincên xwe anî ziman û got, “Siyaseta Kurdan, peywendî bi rewşenbîriya Kurdî nîne. Wextê ku peywendî ligel rewşenbîriyê nebe wê gavê tu bixwazî nexvazî pirtûk belav nabin.”
Weşanxaneya Peywend di sala 2012’an de li Wanê hatiye damezirandin û ji wê demê heta sala 2019’an nêzî 40 pirtûk çap kirine. Di Weşanxaneya Peywend de bi girîngî tezên Kurdolojîyê, klasîkên edebîyata Kurdî û kitêbên klasîk û kitêbên îlmî tên çapkirin. Me bi rêveberê Peywend û Lorya yê Xalid Sadînî re li ser rewşa weşangeriya Kurdî hevpeyvînek pêk anî.
Rêveberê weşanxaneyê Xalid Sadînî, demekî rojnamevanî kirîye û, piştî wê qederêkî dirêj jî di zîndanê de maye. Sadînî di dema rojnamevanîyê de berhevkarîya folklora edebîyata Kurdî û klasîkên edebîyata Kurdî kirîye. Di vê derbarê de dibêjê, “Min xwast ku ez van berhemên winda berhevbikim,”
‘Em tezên Kurdolojîyê çap dikin’
Sadînî da zanîn ku ew piranî tezên Kurdolojîyê, klasîkên edebîyata Kurdî û berhemên klasîk ên ku ne edebî, yanî yên ilmî jî çapdikin. Sadînî têkildarî vê mijare de wiha dirêjî da gotinên xwe, “Em vê gavê vî karî dikin. Li gel vî ez gelek caran kitêbên ku ez amade dikim, ez dibînim ku di berê de hatine çapkirin, lê bi herfên erebî yan bi farisî, ez wan jî latînîze dikim û verdigerime Kurdî.”
Sadînî li ser rewşa weşanxaneyê jî hin nêrin parve kirin û ev agahi dan: “Rewşa weşanxaneyê baş nîne. Lê em pirtûka ne ji bo firotinê çapdikin. Em pirtûka ji bo pirtûk çap bibin çap dikin. Tezên Kurdolojîyê me çapkirîye. Naha dîwanên Kurdî em çapdikin.”
Her wiha Sadînî bal kişand li ser eleqeya pirtûken Kurdî û got: “Eleqe û daxwazîya Kurdan ji bo van pirtûkan nîne. Siyaseta Kurdan, peywendî bi rewşenbîriya Kurdî nîne. Wextê ku peywendî ligel rewşenbîriyê nebe vê gavê tu bixwazî nexvazî pirtûk belav nabe. Nakeve kolana, nakeve destê mirovan.”
‘Kurd li Tirkîyê bi awayekî azad nehatine qebûlkirin’
Sadînî di axafina xwe de behsa perwerdeya Kurdî ya hilbijartî jî dike û dibêje, “Ew hilbijartina jî her çend ku fermî be jî bi avayekî nefermî gelek meneyên wê hene. Gelek astengî bo derxistin. Ji ber hindê pêşve neçûye. Hêj Kurd li Tirkîyê bi awayekî azad bi awayekî rehet nehatine qebûlkirin. Ji ber vê yekî em dikarin bêjin rayedarên Tirkiye pirtûkekî Kurdî yan Zazakî yan Soranî bi awayekî wusa dibînin diricifin. Hêj Kurdî serbest nebûye. Ji ber vî her tiştî bi siyasetê ve girê didin. Û ziman jî bûyê amûrekî siyasî. Wextê ku tu Kurdî re eleqedar bibî, Kurdî binivîsî ew hizir dike tu siyasetekî dikî.”
Sadînî li ser qedexeyan got, “Kesek nabêje; vê yekî ji bo edebîyatê dikin yan ji bo helbestê dikin yan jibo lêkolîne dikin. Dibêje; eve miroveke Kurdperwere dixwaze dewleta Kurdan çêke. Ji ber wî li ser pirtûkên Kurdî dixebite û kar û barê Kurdî dike. Eve hemû astengin. Mesela ciwanek di otobusê de kitêbekî Kurdî bixwîne, bawer dikim ku yan li cem wê rûniştî yê li wir rabe û hêre xwarê û belkî yê şikayêt bike. Ev tişt dinava ciwatêda gelekin. Ji ber vê mirov ditirsin.”
‘Li Tirkiyeyê rewşa aborî baş nîne’
Li ser rewşa firotana pirtûkan Sadînî got, “Tirkîyê rewşa aborî gelek baş nîne. Mesela pirtûk piçek buha bûne. Mirovên xwandewan nikarin pirtûkan bikirin. Ji ber vê bazara pirtûka Kurdî hêj çênebûye. Lê ya me ne jibo firotanêye, jibo tîcaretê nîne. Em ji xwe fînanse dikin, alîkarîyê dikin û dibêjin lazime pirtûkên Kurdî bêne çapkirin. Wêk Ehmedî Xanî dibêje; ‘Kes nebêje Kurd bê esl û binyatin.’ Bila kes nebêje Kurd bê esl û binyatin, ji ber vî yekî em vî karî dikin’,”
Sadînî, li ser tezên Kurdolojîyê de da û got, “Gelek cara mirov dibêjin; van pirtûkan hûn jibo çi çap dikin? Em ji bo vî çapdikin; pirtûkê ilmî yê zanistî Kurdîda çêbûne, tezên mastirê çêbûne û ev tişt bi Kurdî hatîye kirin. Ew Kurdîya ku sed sala qedexe li ser. Ev tez tevahî gelek girîngin. Kes nebîne jî gereke ku mirov vî karî bike. Me xwe daye vê karê û em vê karê dikin.”
Vîdeo/Montaj:Dildar Guler
Serhat News
(lg)