1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Nûçegihan Nazlican Yildiz hate berdan

Nûçegihan Nazlican Yildiz hate berdan

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Nûçegihana JINNEWS’ê Nazlican Yildiz ku li Îzmîrê hatibû girtin di danişîna dozê ya ewil de hate berdan.

Yekemîn danişîna doza nûçegihana JINNEWS’ê Nazlican Yildiz ku di 6’ê Sibatê de li Îzmîrê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, di 21’emîn Dadgeha Cezayê Gira ya Îzmîrê hate dîtin. Rojnameger Nazlican Yildiz û parêzerên wê di danişînê de amade bûn. Malbata Yildiz, Şaxa ÎHD’a Îzmîrê, rêveberên HDP’ê û rojnameger jî tevli danişînê bûn.

Rûniştinê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Nazlicanê di parastina xwe de diyar kir ku wê çalakiyên xwe di çarçoveyeke aştiyane de pêk anîne û beraeta xwe daxwaz kir.  

Piştre jî îfadeyê ‘şahidê nepen 9’ hate guhdarîkirin. Şahidê nepen îdia kir ku Yildiz di nava rêxistinê de weke Rojîn tê zanîn û got bi talîmata rêxistinê di nava însiyatîfê de cih digire.

Ji parêzerên Yildiz, Serhat Işik jî da zanîn ku îfadeyên şahidê nepen şênber nînin û xwest ku miwekîla wî were berdan. He wiha parêzer Aryen Turan jî destnîşan kir ku nabe ku çalakiyên înîsiyatîfê weke sûc bên qebûlkirin.

Piştî navberê şandeya dadgehê biryara xwe da û Yildiz bi şertê kontrola edlî hate berdan. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Nûçegihan Nazlican Yildiz hate berdan
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri