1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Nûnerên Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriye li Moskovayê dicivin

Nûnerên Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriye li Moskovayê dicivin

İRAN û Tirkiye
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Civîna Cîgirê Wezîrên Derva yên Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê ku derbarê krîza Sûriyê de tê pêkanîn, wê di 15-16’ê Adarê de li paytext Moskova ya Rûsyayê bê lidarxistin.

Li ser navê Tirkiyê Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Burak Akçapar, li ser navê Rûsyayê Nûnerê Taybet ê Welatên Rojhilata Navîn û Efrîqayê yê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Mihail Bogdanov, li ser navê Îranê Şêwirmendê Karên Siyasî yê Wezîrê Derve yê Îranê Ali Asgar Haci û li ser navê Sûriyê jî Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Eymen Susan dê beşdarî civînê dibin.

Meha Kanûna 2022’ê jî wezîrên parastinê yên Tirkiye, Rûsya û Sûriyê li Moskovayê civiya bûn. Serokê îstixbaratên her sê welatan jî wê demê beşdarî civînê bûbûn. Di civînê de aliyan li hev kiribûn ku diyaloga siyasî di navbera Tirkiye û Sûriyê de bibe rojeva civînê.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu 8’ê Adarê gotibû, hevdîtinên di navbera Tirkiye û Sûriyê de yên bi serpereştiya (Înîsiyatîf) Rûsyayê derbasî qonaxa duyem bûne û dê wezîrên derve yên her çar welatan bicivin.

Tê çaverêkirin di demên pêş de wezîrên derve yên her çar welatan jî bicivin. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Nûnerên Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriye li Moskovayê dicivin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri