1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Operasyona lidijî MED-Derê li Wanê hat şermezarkirin

Operasyona lidijî MED-Derê li Wanê hat şermezarkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Operasyona li Amedê li dijî MED-Der û Payîz Pirtûk pek hat ili Wanê hat şermezarkirin. Bi beşdarbuna saziyên sivîl û partiyên siyasive daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyaniyêde, “Em baş dizanin ku ev êrişên wiha li dijî zimanê kurdî, çand, nasname û nirxên gelê kurd in” hat gotin

Li Amedê polêsan li dijî MED-DER û Paîz Pirtûk operasyonek li darxist. Di operasyonêde xebatkarên saziyan hat binçavkirin.

Pişî operasyona li bajarên heremê çalakiyên şermezarkirinê pêk hatin. Li Wanê, liber ofisa DBP a Artemêtê dajuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî, bibeşdarbuna ARSİSA, DBP, Dem Parti, TJA, wekîlên Wanê Mehmûd Dîndar û Zulkuf Uçar û saziyên sivil hat lidarxistin. Daxuyaniyêde mamoste Şevket Acar axiftinek kir.

Diaxaftina xwede Acar, “Îro serê sibehê polîsan di ser komeleya ziman MED-DERê û Payîz Pirtûkê de ku li Amedê ne girtin. Di encama serdegirtinê de gelek xebatkarên zimanê kurdî hatine binçavkirin” got.

Acar, daxûyaniyêde wuha berdewamkir:

“Em baş dizanin ku ev êrişên wiha li dijî zimanê kurdî, çand, nasname û nirxên gelê kurd in. Ev êriş li dijî daxwaza gelê kurd a azadiya zimanê kurdî, perwerdeya bi kurdî, statuzekirin û fermîkirina zimanê kurdî ne.

Û em baş dizanin ku ev êriş parçeyek ji êrişên li dijî hemû nirxên me kurdan ên dîrokî, neteweyî û civakî ne; parçeyek ji dorpêçkirin, tecrîd û hewldanên ji holêrakirikirina têkoşîna azadiya gelê kurd in. Ev êriş jî wek hemû êrişên din bi taybetî parçeyek ji tecrîda li ser birêz Evdilah Ocalan û hemû dîlgirtiyên azadiyê ye.

‘Emê li dijî operasyonên wiha de heta dawî tekoşîna xwe bimeşînin’

Ji ber vê divê hêzên serdest û desthilatdar, pergala AKP û MHPê ya nîjatperest û faşîzan baş bizanin ku em ê li dijî êrişên wiha heta dawiyê têkoşîna xwe bimeşînin. Bi taybetî em careke din tînin bîra wan ku zimanê kurdî hebûn, xwebûn, rûmet, nasname û nirxê me kurdan ê bingehîn e. Xeta me ya herî sor a neteweyî ye. Divê baş bizanin ku zimanê kurdî ne tenê nirxê neteweya kurd e, di heman demê de nirxekî bingehîn ê mirovahiyê ye. Ji dîrokê heta îro ji gelek ziman, çand û ramanên civakî re bûye jêderk û çavkaniyeke bingehîn. Ji ber vê yekê her cureyên êrişên li ser zimanê kurdî ne tenê êrişên li ser me kurdan in, di heman demê de êrişên li ser mirovahiyê ne; hovîtî û sucekî li dijî mirovahiyê ne.

‘Dixwazin  dor li zimanê Kurdî bigrin’

Divê hêzên ku êrişî saziyên zimanê kurdî dikin û dixwazin têkoşîn û xebatên zimanê kurdî ji holê rakin û dixwazin dor li zimanê kurdî bigirin, dorpêç bikin û di nava demê de bihelînin û ji holê rakin baş bizanin ku; em kurd bi dehan sal in ji bo azadiya ziman û hemû nirxên xwe yên neteweyî têkoşîneke bêhempa didin, me li dijî tu zext û êrişan serî netewandiye û dê tu caran jî serî netewînin û têkoşîna xwe her dem û li derê xurtir û betfirehtir bikin. Berdêla wê çi be bila bibe em ê bi tu awayî ji têkoşîna xwe ya ji bo serbestî, azadî, fermîbûn, perwerde û statuya kurdî gav paşve neavêjin.

Li ser vê bingehê em hemû êrişên li ser zimanê kurdî û hemû nirxên neteweya kurd bi tundî şermezar dikin û ji hêzên desthilatdar re dibêjin hemû hevalên me yên di bin çavan de demildest serbest berdin; li şûna êrişan hemû astengiyên li pêşiya zimanê kurdî rakin, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê, zimanê fermî û xwedî statu di makezagona xwe de guhertinên pêwîst pêk bînin û çi pêwîst be bikin. Ji bo vê jî tecrîda li ser birêz Evdilah Ocalan rakin, ji bo çareseriyeke demokratîk hevdîtinan bidin destpêkirin.

Û em bi taybetî bang û gazî li hemû gelê xwe, hemû partî, sazî, platform, rewşenbîr, hunermend û derdorên civakparêz. zimanparêz, welatparêz, şoreşger, demokrat, mirovahîparêz û xwedî wijdan dikin ku em bi hiş û giyanê seferberiyê li her qadê têkoşîna ji bo zimanê kurdî û hemû nirxên neteweya kurd bilind bikin, hemû kurd bibin kurdîparêz, bibin têkoşerên zimanê kurdî, her derê bikin mal, fêrgeh, dibistan û zanîngehên kurdî; û ji bîr nekin ku êrişên li ser zimanê kurdî û tecrîda li ser birêz Evdilah Ocalan rasterast bi hev re têkildar e. Ji ber vê yekê em li dijî tecrîdê jî rêxistinbûn û têkoşîna xwe li her qadî bilindtir û firehtir bikin.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Operasyona lidijî MED-Derê li Wanê hat şermezarkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *