Operasyona medyaya civakî: 117 kes hatin desteserkirin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Midûriyeta Ewlekariyê ya Giştî ragihand ku ji ber parvekirinên sosyal medyayê yên derbarê erdhejê de 117 kes hatin desteserkirin û ji wan 21 kes hatin girtin.

Midûriyeta Ewlekariya Giştî daxuyand ku li ser platformên medyaya civakî, 713 rêveberên hesabên ku parvekirinên provakatîf dikin hatin tespîtkirin û bo beşên pêwendîdar hatine şandin.

Di daxuyaniya midûriyetê de hate gotin ku derbarê 377 hesaban de kiryariyên qanûnî hatin destpêkirin û bi hinceta ‘parvekirinên provokatîf’ 117 kes hatin desteserkirin û ji wan 21 hatin girtin.”

Herwiha 76 malperên înternetê ku bo xapandina kesên alîkariya mexdûrên erdhejê dikin hatibûn vekirin, hatin girtin.

Derbarê 15 platformên medyaya civakî ku li ser navên fermî ji welatiyan daxwaza pereyan kiribûn, karên yasayî hatin kirin. 6 hesabên ku bi navê “alîkariya erdhejê” hatibûn vekirin, hatin tespîtkirin û rawestandin. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Operasyona medyaya civakî: 117 kes hatin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *