Li navçeya Şemzînanê di encama serdagirtina malan de 3 kes ji ber parvekirinên medyaya civakî hatin desteserkirin.
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê polîsan bi ser malan de girtin û 3 kes desteser kirin. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şemzînanê yê bere Cabbar Taş, Habîl Alîoglû û Ergîn Avci yên bi hinceta parvekirinên medyaya civakî hatin desteserkirin.
Hate ragihandin ku kesên desteserkirî, ji Miduriyeta Ewlekariya Şemzînanê re hatine veguhestin. (MA Kurdî)
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver