ORC: Kiliçdaroglu 7 puanan li pêşiya Erdogan e

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li gor anketa ORC Lêkolînê, di navbera namzetê Tifa Millet Kemal Kiliçdaroglu û Namzetê Tifaqa Cumhur Recep Tayyîp Erdogan de 7 puan ferq çûbûye.

Şirketa ORC Lêkolîn encamên anketa xwe ya nû li ser hesaba Twîterê eşkera kir. Şirketî anket di navbera 19 û 22’yê Nîsanê de pêk aniye.

Di anketê de ji hilbijêran re pirsa “Ger di vê Yekşemê hilbijartin bên lidarxistin, hûn ê dengê xwe bidin kîjan namzetî?” hatiye pirsîn.

Li gor vê ji sedî 49, 3 hilbijêran gotinê ew dê dengê xwe bidin namzetê Tifapa Mîllet Kemal Kiliçdaroglu. Ji sedî 42,4 hilbijarên ku tevli lêkolînê bûne jî dibêjin ew ê dengê xwe bidin namzetê Tifaqa Cumhur Recep Tayyîp Erdogan.

Her wiha ji sedî 6,1 hilbijêran gotine ew dê deng bidin Serokê Giştî yê Partiya Memleket Muharrem Înce û ji sedî 2,2 hilbijêran jî diyar kiriye ku ew dê dengê xwe bidin namzetê Tifaqa Ata Sînan Ogan.

Hilbijartinên parlamentoyê

ORC’ê, di anketê de ji hilbijêran pirsa, “Ger di vê Yekşemê hilbijartin bên lidarxistin, hûnê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” jî pirsiye.

Li gor bersivên hilbijêran rêjeya dengên partiyan wiha ye:

*AKP %32,8

*CHP %28,6

*Partiya Keskên Çep (Yeşil Sol) % 9,3

*İYİ PARTİ %15,1

* MHP %6,3

* Partiya Memleket %2,7

* TÎP %1,4

* Partiya Yenîden Refah %1,2

* Partiya Zafer %0,9

* Yên din %1,7

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
ORC: Kiliçdaroglu 7 puanan li pêşiya Erdogan e

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *