ORC: Tifaqa Millet li pêşiyêye tifaqa Cumhur paşve diçe

featured
ARŞİV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Şirketa Lêkolinê ya ORC’ê diyar kir ku di meha Çile de tifaqa Millet ji sedî 42, 4  û tifaqa Cumhur jî ji sedî 35,7 dengan werdigire. ORC di anketa xwe ya beriya niha de jî eşkere kiribû ku ji hilbijartinên 2018’an heta niha dengên AKP’ê ji sedî 10.6 daketine.

Navenda Lêkolînê ya ORC encamên lêkolîna meha Çileyê eşkere kir. Lêkolîn li 45 bajaran bi 4 hezar û 580 kesan bi avayekî rû bi rû hatiye lidarxistin.

Li gor encamên anketê, Tifaqa Millet ku ji partiyên CHP û ÎYÎ pêk tê ji sedî 42,4 dengan werdigire û her wiha tifaqa Cumhur ku ji AKP û MHP’ê pêk tê jî ji sedî 35,7 dengan werdigire.

Di vê anketê de ji welatiyan hatiye pirsîn “Ger di vê yekşemê hilbijartin bê kirin hûnê dengê xwe bidin kîjan partiyê?”

Encamên anketê wiha hatine diyarkirin:

AKP: %30,2

CHP: %23,1

İYİ Parti: %19,3

HDP: %7,6

MHP: %5,5

Partiya Pêşerojê: %2,7

Partiya DEVA: % 2,6

TDP: %2,3

Partiya Zaferê: % 1,8

BBP: %1,6

BTP: %,4

Yên din: %1,9  (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
ORC: Tifaqa Millet li pêşiyêye tifaqa Cumhur paşve diçe

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *