Parêzerê Demîrtaş, Mesut Ozer: Divê HDP kongreya awarte lidar bixe

featured
Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Parêzerê Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattin Demîrtaş, Mesut Ozer bir ser vekişîna Demirtaş ya ji siyatesê de got, “Heke dixwazin Demîrtaş careke din vegere ser sîyaseta aktîf divê ku HDP yekser kongreya xwe ya awarte çêke û Demîrtaş careke din wek hevserokê HDP’ê nîşan bide.”

Parêzerê Demîrtaş, Mesut Ozer: Divê HDP kongreya awarte lidar bixe - Parezer Mesut Ozer
Parêzer Mesut Ozer

Hevserokê Berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş li ser hesabê twittera xwe ragihand ku ew dest ji sîyaseta aktîf berdide. Demîrtaş di peyama xwe de wiha gotibû: “Ez li ser navê xwe lêborîna xwe ya ji dil didim. Me nikaribû ku sîyaseteke hêjayî gelê me bidin. Ez soz didim ku bi hewilên xwe yên pratîk, ezê van kêmanîya ji holê rakim… Ezê jî wek hemû hevrêyên li zindanê têkoşînê bi berxwedarî bidomînim, lê di vê demê de ji sîyasete aktîf desd berdidim.”

Ji sîyaseta aktîf destberdana Demîrtaş li ser hezkiriyên wî bandoreke neyînî derxist holê. Piştî vê peyamê gelek walitiyan, nêrînên xwe bi ser medya civakî anîn ziman û daxwaz kirin ku Demîrtaş dest ji siyaseta aktîf bernede. Hin rêvebirên HDP’ê jî ji vekişîna Demîrtaş xemgînîyên xwe nîşan dan.

Ev e 17 sale ku Demîrtaş di nav sîyaseta aktîf de karê sîyasetê dimeşîne. Cara yekem ew di hilbijartinên 2007’an de ketibû parlementoyê û Cîgirê Serokê Gruba Parîya Civaka Demokratîk (DTP) kiribû.

Piştî ku DTP hate girtin û Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) hate damezirandin, Demîrtaş di sala 2010’da bû Hevserokê BDP’yê.

Di navbera 2014-2018’an de Demîrtaş 4 sal Hevserokatîya HDP’ê kir. Dema hevserok bû di sala 2016’an de hate zindankirin û eva 7 sale ku li Girtîgeha Edîrneyê de ye.

Demîrtaş berî ku dest ji vekîşîna sîyaseta aktîf kir, pratîk û helwestên HDP’ê yê hilbijartina dawî bi tundî rexne kir. Wî ev rexne anîbûn ziman: “Hun di xebatên hilbijartinê de wek komeleke herêmî û bi awayekî xeşîmî kar bikin hun nikarin serkeftî bibin. Di be ku hin kesan femnekir lê dema min di 1 Rêbendanê 2023’yan de li vê derê di nav kêm derfetan de dest bi xebatên hilbijartinê kir, armanca min ewbû ku hawarê bidim girse û civakê.

Parêzerê Demîrtaş,  Mesut Ozer li ser vekişîna Demîrtaş ji Dengê Amerîka re axiviye. Ozer, di vê derbarê gotiye ku Demîrtaş li cîyê xwe de gelek caran nêrîn û pêşnîyarên xwe dîyar kiribûn wiha domand: “”Lê, ev yek di nav HDP’ê de bû sedama hin gazîncan. Gotin ‘çima ew ev qas xwe dide pêş, derheqê her tiştî de xeber dide.’ Birêz Demîrtaş jî li hemberî vana îro bertêk nîşan dide.”

Ozer, li ser careke din vegera Demîrtaş jî wiha axivî: “Heke dixwazin Demîrtaş careke din vegere ser sîyaseta aktîf pêdivîye ku HDP yekser kongreya xwe ya awarte çêke û Demîrtaş careke din wek hevserokê HDP’ê nîşan bide û ew jî bikaribe ku hest û ramanên xwe bîne ziman.”

Zanyarê Sîyasî Tefîk Erdem jî bi ser biryara Demîrtaş got ku sedema wê biryarê encamên xirab yên hilbijartinê û nakokîyên navbera Qendîl û Îmraliyê de ne.

Parêzerê Demîrtaş, Mesut Ozer: Divê HDP kongreya awarte lidar bixe - Zanyare Siyasi Tefik Erdem
Zanyarê Sîyasî Tefîk Erdem

Erdem wiha berdewamî daye axaftina xwe: “Jibo ku Demîrtaş her çiqas sîyaseteke Kurdîtîyê bike jî lê ew dixwaze ku ji sîyaseta tundî û çekî dest were berdan. Heke ana tiştekî wiha biketa merîyetê ev encam jî wê derneketa.”

Hêjayî gotinêye ku HDP’ê di hilbijartinê 7 Hezîranê 2015’an de ji sedan 13,12 deng wergirtibû. Di hilbijartinên 1 Sermawêza 2015’an de jî dengê wê daketibû ji sedan 10,8, di hilbijartinê 24 Hezîranê 2018’an de jî dengê xwe bilindî ji sedî 11,7 bûbû. HDP’ê herî dawî di hilbijartina 14 Gulanê 2023’yan de jî ji sedî 8,8 deng wergirt.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Parêzerê Demîrtaş, Mesut Ozer: Divê HDP kongreya awarte lidar bixe

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *