1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Parlamenterê YSP’ê Kamaç: Çima nahêlin Ahmet Kaya vegere ser peywir ê?

Parlamenterê YSP’ê Kamaç: Çima nahêlin Ahmet Kaya vegere ser peywir ê?

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di doza Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin biryara beraetê hate dayîn. Parlamenterê YSP’ê yê Amedê Mehmet Kamaç anî ziman ku bi ser biryarê re 2 meh û nîv derbas bûn û ev pirs kir: “Çima nahêlin Ahmet Kaya dîsa vegere ser peywir ê?”

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) ê Amedê Mehmet Kamaç têkildarî Hevşaredarê Erxenî ya Amedê Ahmet Kaya ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin û piştre jî di dozê de beraet kiribû, li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk jî tev li civînê bûn.

Kamaç, anî ziman ku dîroka Tirkiyeyê, dîroka bêhiqûqiyan e û wiha got: “Sepana qeyûman li erdnîgariya Kurdistanê êdî veguheriye rejîmekê. Tu bingehekî vê ya hiqûqî nîne. Hevşaredarên li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin û siyasetmedarên girtî, hikûmxwar nînin. Ev tayîn, tayînên siyasî ne. Li şûna Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya jî qeyûm hatibû tayînkirin. Sûcek an jî delîlek tune bû lê derheqê Kaya de pêvajoya hiqûqî dan destpêkirin. Lê di doza Kaya de biryara beraetê hate dayîn. Ji bo dîsa vegera ser peywira xwe jî ji bo Walîtiya Amedê nivîs hatiye şandin. Li şûna Kaya vegerîne ser peywira xwe, walîtiyê bi îdiaya ‘ziyan gihişte min’ serî li dadgehê da. Lewma rêya îstînafê vebû. Dadgerên ji bo Kaya biryara beraetê dayîn jî hatin sirgûnkirin. Lê îstînafê jî biryara walîtiyê di cih de nedît û di 22’yê nîsana 2023’yan de biryara beraetê teqez kir. Bi ser re 2 meh û nîv derbas bûn lê hêj jî Kaya venegerandine ser peywira xwe. Ahmet Kaya çima li peywira wî nayê vegerandin? Divê Kaya vegere ser peywira xwe.”

Herî dawî jî Kamaç ev tişt anî ziman: “Tu kes nikare îradeya gelekî, bajarekî û herêmekî tune bihesibîne.” (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Parlamenterê YSP’ê Kamaç: Çima nahêlin Ahmet Kaya vegere ser peywir ê?
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *