Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ji bo herêma erdhejê lîsteya pêdiviyên sereke yên lezgîn eşkere kir.
AFAD’ê li ser hesaba fermî ya Twîtterê lîsteya pêdiviyên sereke yên bo herêma erdhejê belav kir.
Saziy di daxuyaniya xwe de gotiye, “Ji bo alîkariyan; hûn dikarin bi rêya walîtiyan, qeymiqamiyan û weqfên alîkariya civakî yên di bin banê walîtiyan de, serlêdanên xwe bikin.”
Lîsteya pêwîstiyên sereke wiha ye:
Sobeyên bi elektrîkê kar dikin
Betlên gazê yên mezin û biçûk
Sobeyê daran û komirê
Powerbank û jenerator
Kincên zarokan (1-5 salî) û mezinan
Cil û bergên jinan û mêran
Pêlavên jin û mêran
Cil û bergên di bin de
Mont
Kîsê razanê, balîf û nivîn
Kevçî, çatal, tebeq û tawa
Fasûlyeyên sorkirî – penîr – konserve
Çay, qehwe
Penîr û zeytûn
Nan, av û xwarinên amade (Rûdaw)
Serhat News
(lg)