1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê ji bilî TÎP’ê wê bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinan bibin

Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê ji bilî TÎP’ê wê bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinan bibin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ji bilî TÎP’ê hemû partiyên din ên di nava Tifaka Ked û Azadiyê de cih digirin, wê li 81 bajaran ji  lîsteyên Partiya Çep a Kesk (YSP) beşdarî hilbijartinê bibin.

Serokên partî û pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê ku HDP serkêşiya wê dike, li Enqerê civiyan. Piştî civînê serokên partiyên di nava tifaqê de cih digirin, helwest, nexşerê û rêkeftina xwe ya derbarê hilbijartinên parlamenteriyê ya 14’ê Gulanê de eşkere kir.

Daxuyaniya derbarê helwesta hilbijartinan a Tifaqa Ked û Azadiyê ji aliyê Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin ve hat  xwendin.

Îbrahîm Akin bibîr xist ku wan weke tifaq pêştir helwêsta xwe ya li ser hilbijartinên Serokkomariyê eşkere kiriye û got, “Armanca Tifaqa Ked û Azadiyê dê weke hilbijartinên Serokkomariyê di hilbijartinên Parlamenteriyê de jî  dawî anîna rejîma yek kesî be.”

Hevberdevkê Partiya Çep a Kes Îbrahîm Akin diyar kir ku partiyên  EHP, EMEP, HDP, SMF û TOP yên tifaqê dê li 81 bajaran ji lîsteya Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinan bibin û got, “Partiya Karkerên Tirkiyê jî dê ji 49 bajaran û 52 navçeyên hilbijartinê bi logoya xwe beşdarî hilbijartinan bibe. Dê li hemû bajarên din piştevaniya Partiya Çep a Kesk bike.”

‘Hemû qadên hilbijartinê hatine lêkolînkirin’

Akin derbarê lihevkirina tifaqê ya li ser hilbijartinan got, “Hemû navçeyên hilbijartinê yek bi yek hatine lêkolînkirin, di demên berê de parlamenterên ku HDP’ê qezenckirine esas hatine wergirtin. hem hejmara dengan, hem jî li ser vê  bidestxistina parlamenteran hatiye armanckirin.  Em dixwazin di encama van nirxandinan de bidin zanîn ku  em li ser  rêbazeke wiha gihiştine rêkeftinê ku  aramanca zêdekirina hejmara parlamenteran pêkbîne. Bi  vê  encama hevbeş ku em weke Tifaqa Ked û Azadiyê gihiştine wê û lihevkirina hevbeş ku me bi we re parevekiriye, em ji bo kampanyayên xwe yên hilbijartinê bimeşînin, xebatên xwe dibin qonaxake din.”

Piştî daxuyaniya Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk, serokên Partiyên din jî gotarên xwe pêşkêşkirine û tekezî li serkeftina di hilbijartinên 14’ê Gulanê de kirin.

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar di gotara xwe de amaje bi wê yekê da ku li Tirkiye krîzên kûr hene û avakirina tifaqekê ji bo çareserkirina wan krîzan pêdiviyeke bilez bû û wan ev pêdivî bicihaniye.

Sancar diyar kir wan di encama gotûbêj, kar û xebatan de rêyeke hevbeş dîtine û got, “Belê tifaqa me ku weke têkoşîna hevbeş destpêkiribû, bû yektiyeke hilbijartinan. Me derbarê hilbijartinên Serokkomariyê de helwesta xwe berî niha bi we re parvekiribû û me niha jî rêkeftina xwe ya derbarê hilbijartinên Parlamentoyê de jî pêşkêşî we kir.”

‘Armanca me şandina desthilatê ye’

Sancar anî ziman, “Hevalên rêzdar armanca me şandina vê desthilatê û guhertina vê sîstemê ye. Şandina desthilatê têr nake, lê bo guhertina sîstemê şert e. Dema em dibêjin guhertina sîstemê jî armanca me ew e ku ev rejîma li ser şer, derew û kedxwariyê hatiye avakirin, êdî bo zibildanka dîrokê bê avêtin. Em bi siyaseta rêya sêyem, di sedsala nû de ji bo avakirina Komara Demokratîk tên. Em ji bo ku di her warî hember vê krîzê çareseriyên gelparêz bibînin tên. Em bo belavkirina vê tarîtiyê tên. Di vî warî de vîna me saxlem û pêdagiriya me temam e. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê ji bilî TÎP’ê wê bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinan bibin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *