Hat ragihandin, piraniya wan ji Kurdên bajarê Serdeştê, nêzîkê 80 penaberên ku li ser behra Yunanîstanê asê mabûn, hatine rizgarkirin.
Li gor nûçeya Kurdistan 24’ê, nêzîkê 80 penaberên Kurd, ku zêdetirê xelkê bajarê Serdeşta Îranê ne û ev du roj e di behra Yûnanistanê de asê mabûn, ji aliye keştiyek barhilgir ve hatine rizgarkirin.
Hat diyarkirin ku penaberên hatine rizgarkirin, ber bi bendera herî nêzîk a Yûnanistanê ve têne veguhestin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, koma penaberan ev du roj bû li ser behrê asê mabû û metirsî li ser jiyana xwan derketibû holê.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver