Trend Nûçe

Ji benzînê re zam tê
Aborî

Ji benzînê re zam tê

29 ئایار 2023
0

Li bendê ye ku ji bo benzînê 66 qûriş zam bê kirin. Bo ku ji 30’ê Gulanê derbasdar bibe, li...

Read more
‘Rojên Ma Musicê’ dest pê dikin

‘Rojên Ma Musicê’ dest pê dikin

31 ئایار 2023
Dolar rekorek din şikand

Nirxê dolar li hemberî lîreyê Tirk her ku diçe zêdetir dibe

31 ئایار 2023
Li Stenbolê 4ciwanên ji Mêrdînê jiber dûkêlê jiyana xwe ji dest dan

Li Stenbolê 4ciwanên ji Mêrdînê jiber dûkêlê jiyana xwe ji dest dan

26 ئایار 2023
Welatiyekê li Wanê ji ber pirsgirêka aborî xwe kuşt

Welatiyekê li Wanê ji ber pirsgirêka aborî xwe kuşt

27 ئایار 2023
پێنج شه‌ممه‌, حوزه‌یران 1, 2023
  • TürkçeTürkçe
  • EnglishEnglish
  • Çûna Nava
  • Reklam û Hevkarî
  • Ewlekarî Tektîk
  • Agahhesînî
Serhat NEWS
  • Taybet
  • Aktûel
  • Aborî
  • Dîmen
  • Jîngeh
  • Çand û Huner
No Result
View All Result
  • Taybet
  • Aktûel
  • Aborî
  • Dîmen
  • Jîngeh
  • Çand û Huner
No Result
View All Result
Serhat NEWS
No Result
View All Result

Destpêk » Pervîn Bûldan: Hevpeymana me vîna gel ya li dijî qeyûm e

Pervîn Bûldan: Hevpeymana me vîna gel ya li dijî qeyûm e

Arif AslanbyArif Aslan
19/01/2022
in Aktûel
A A
0
Li ser Facebook'ê Parve BikeLi ser Twitter'ê Parve BikeLi ser Whatsapp'ê Parve Bike

Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDPê gotiye, “Cihêkî ku HDP lê sekiniye cihê gotûbêj û diyalogê ye. Cihê aştî û çareseriya demokratîk e.”

Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) di komcivîna heftane ya di meclîsê de rojev nirxandiye.

Bûldanê gotiye, “Heta AKP-MHP, Erdogan û Bahçelî nece pirsgirêkên aborî çareser nabe û li vî welatî aramî çênabe.”

Bûldanê derbarê amadekariyên hilbijartinê de jî weha gotiye,:

“Em ê di hilbijartina ewil de herduyan bişîne. Wê demê li vî welatî dê aramî jî çêbibe. HDP ji bo vê guherîn û veguherînê biser bixe heye. Bila ji bo astengkirin û sekinandina HDPê hewl bidin. Em ê tevî gelên xwe bi biryardarî û bi rengekî herî xurt rêya xwe bidomînin.”

“HDP cihê têkoşîna demokratîk e”

Buldanê destnîşan kiriye û gotiye, “Xala ku HDP lê radiweste; zemîna siyaseta demokratîk e. Hûn nikarî HDPê bi çek, tundî û pevçûnan ve girê bidin û di wêneyekî wiha de cih bidiyê.  Em ji vir carek din bang li navendên derewan dikin ku bi îftirayan dixwazin partiya me îlegalîze bikin. HDP ji bo diyalog û muzakereyê li qadan e. Zemîna çareseriya demokratîk û aştiyê ye.” 

“Em axavtinên wan yên ji bo Imraliyê jidil nabînin”

Bûldanê li ser daxuyaniya Erdogan a derbarê Îmraliyê de jî wiha gotiye: “Ji bo çareseriya demokratîk û aştiya civakî rêbaza li ser diyalog û muzakereyê rêbaza rêya çareseriyê ye. Em ê heta dawiyê piştevaniya hevdîtinên li Îmraliyê bi riya diyalogê werin birêvêbirin bikin. Lê belê ew kesên li aliyekî tecrîda girankirî disepînin û li aliyekî jî qala Îmraliyê dikin jidil nabînin. Li aliyekî hevalên me ku siyaseta demokratîk dikin 

Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Îdrîs Balûken, Gultan Kişanak û hemû hevalên me din girtî ne û li aliyê din jî li Îmraliyê tecrîdek girankirî di dewrê de ye. Em nîqaşên li ser vê rewşê rast nabînin. Em gotinên Erdogan ên li ser hevalên me siyasetmedar û Îmraliyê qebûl nakin. Bila her kes vê yekê baş bizanibe. Em ji bo avakirina zemînek çareseriya demokratîk, muzakereya demokratîk û aştiyek bi rûmet heta dawiyê bi biryardar in.” 

“Hevpeymana me îradeya gel ya li dijî qeyûm e”

“Li vir ji me pirsa hevpeymanên me dikin, ka em aşkere bikin. Hevpeymanên me; Karkerên di konê grevê de ne xaltîka Zehra ya îşportacî ye ku aboriyê ji her wezîrekî aboriyê baştir dizan e.

“Hevpeymana me hevrêyên me yên ciwan in ku ji bo birayê xwe Enes Kara çûn Taksîmê û li dijî destwerdana polîsan li ber xwe dan.

“Hevpeymanên me; Ji bo jinên her roj tên kuştin ew jinên ku diçin edliyeyê, kolanan tijî dikin û ji tiştekî natirsin e. Tifaqa me bi milyonan e ku aştiyê dixwazin.”

“Hevpeymana me vîna gel a li sindoqê li dijî qeyûm e.”

Jêder: BİANET

(A-A)

ShareTweetSend
Previous Post

Li Wanê 2 penaber ji sarmayê canê xwe ji dest dan

Next Post

Duh 69 hezar û 658 kes bi Covid-19ê ketine, 157 kes mirine

Arif Aslan

Arif Aslan

Next Post
Duh 69 hezar û 658 kes bi Covid-19ê ketine, 157 kes mirine

Duh 69 hezar û 658 kes bi Covid-19ê ketine, 157 kes mirine

وەڵامێک بنووسە هەڵوەشاندنەوەی وەڵام

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

  • Çûna Nava
  • Reklam û Hevkarî
  • Ewlekarî Tektîk
  • Agahhesînî

Serhat News Tüm Hakları Saklıdır 2023©
Serhat NEWS

No Result
View All Result
  • TürkçeTürkçe
  • EnglishEnglish
  • Taybet
  • Aktûel
  • Aborî
  • Dîmen
  • Jîngeh
  • Çand û Huner

Serhat News Tüm Hakları Saklıdır 2023©
Serhat NEWS

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek, çerezlerin kullanılmasına izin vermiş olursunuz. Gizlilik ve Çerez Politikamızı ziyaret edin.