Pirtûka ‘Îran Xanim Hewarek  Ji Ûrmiyê’ ji Weşanxaneya Nûbiharê derket

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Pirtûka nîvîskar û wergerwan Sayîme Xakpûr a bi navê ‘Îran Xanim-Hawarek Ji Ûrmiyeyê’ ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve hatiye çapkirin.

Di pirtûkê de Sayîme Xakpûr, bi rêya neqilkirina jiyana hunermendeke Kurd, derd û xem, xweşî û hêsir, ken û girî, gazinc û gilî û hewar û qêrînên komek mirovan radigihîne.

Îran Xan kiye?

Îran Xan yan jî Îran Xanim, di sala 1951an de li gundê Îçkeso, navçeya Somabira Dostê, ku li ser bajarê Ûrmiyeyê ye ji dayîk bûye. Vê jina Kurd a hunermend di dîroka dengbêjiyê de cihekî taybet girtiye. Vê jina berxwedêr û serhildêr, dema ku çi jinekê mafê xwe nedizanî li hember mêrên temen mezin dengê xwe derxîne, dengê dilê xwe û qêrîna ku ji kûrahiya dilê wê derdiket, dikire stran û dengê wê li her derê Kurdistanê belav dibû. Ew yekem jina dengbêje ku di radyoya Ûrmiyê de dengê wê hatiye qeydkirin û arşîvkirin.

Derbarê nivîskarê de…

Sayîme Xakpûr di sala 1983an de li Rojhilatê Kurdistanê, (bajarê Ûrmiyeyê) ji dayik bûye. Li Zanîngehê, Wêje û Edebiyata Zimanên Tirkî û Farisî qedandiye û bi salan li ser zimanê Kurdî xebitiye.Sayîme Xakpûr mijûlî karê wergerê ji zimanê Kurdî bo zimanê Farisî û her wisa Farisî bo Kurdî ye. Bi dehan şanoname û fîlmname, serpêhatî, jiyanname û kurteçîrok wergerandine û di kovaran de hatine weşandin.

Di ber karê wergerê de kurteçîrokan jî dinivîse. Kurteçîroka wê ya bi navê “Qêrîna Dilê Evîndarên Koranê”, di festîvala bajarê Laheya Hollandayê de xelata kurteçîrokan a sala 2021’ê wergirtiye.

Berhemên wê

99 Morîkên Belavbûyî (Werger), (Xelata berhema herî baş a sala 2021ê li Parêzgeha Ûrmiyê wergirtiye.) Helîm Yûsiv, Afraz, Tehran 2020.

Firîna Bi Baskên Şikestî (Werger), Helîm Yûsiv, Afraz, Tehran 2020.

Qêrîna Sedsalekê Karapetê Xaço (Werger), Salihê Kevirbirî, Bîjenyurd, Xorasan 2020.

Hawara Bilûrê, (Werger), Ûsivê Hemîd-Afraz, Tehran 2022

Îran Xanim, Hawarek ji Ûrmiyeyê, Stenbol, Nûbihar, 2023

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Pirtûka ‘Îran Xanim Hewarek  Ji Ûrmiyê’ ji Weşanxaneya Nûbiharê derket

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *