Pirtûka Nivîskar Kenan Soylemez ya ‘Şahê Dengbêjan Şakiro’ li ser jiyana Şakiro, serpêhatiya dengbêjên Serhedê û dengbêjiyê hatiye nivisîn.
Dengbêjî yek bingehên girîngtirin ya çanda Kurdan e û ji dîrokê vir ve bona hebûna çandê rolekî pir esasî lîstiye. Di vî warî de denbêjên ku hilberînerên vê çandê ne, di nava Kurdan de her tim bûne xwediyê cihekî bingehîn. Edebiyata devkî ya Kurdan çavkaniya xwe ji vê çandê hildigire û di pêvajoya dîrokî de bûye stuna hebûna Kurdan.
Nivîskar Kenan Soylemez, jî li ser jiyana nemir Denbêj Şakiro ku wekî Şahe Dengbêjan di nava civaka Kurdan de tê nasîn pirtûkek nivîsiye û balê dikişîne ser jiyana wî û denbêjên herema Serhedê.
Nivîskar Soylemez derbarê pirtûka xwe û denbêjê de hin nirxandinên xwe bi Serhat Newsê re parve kir.
‘Em li Serhedê bi klamên denbêjan mezin bûn’
Soylemez, ku ev 10 sale mamostetiya Tirkî dike dibêje ku wî ji nişka ve biryar daye pirtûka ‘Şakiro’ binivse û wiha domand: “Di pirtûkê de ez li ser Denbêjî, klam û awazên sekinîm. Em li Serhedê bi klamên Dengbêjan mezin bûn. Bi rastî di destê min de pirtûkek din hebû, lê min dev ji wê berda û dest bi pirtûka Şakiro kir. Heta niha tenê wekî antolojî an jî lêkolînkirina klaman têkildarî Şakiro pirtûk hatine nivîn. Lê min xwest ez di forma romanê de vê pirtûkê binivsim.”
Di berdewamiyê de Soylemez derbirî ku wî xwestiye bi ser esesa 5 beşan jiyana Şakiro rawe bike û wiha pêde çû: “Ji destpêka jiyanê heta mirina wî, wi çi kiriye? Li ku ji dayîk bûye, çuye ku? Çewa bûye dengbêj, min xwest di pirtûkê de bersiva van pirsan bidim.
Ew dibêje ku Şakiro hê di temenê piçûkatiya xwe de eleqe nişanê denbêjiyê daye û wî rêya denbêjên beriya wî jiyankirine ên wekî Evdalê Zeynê, Huseyîno û Ferzê şopandiye.
“Tizbî, destmal û tasek av’
Pirtûka Soylemez, mehek beriya niha ji Weşanxaneya Avestayê derçûye. Herwiha li ser qapaxa pirtûkê de wî cih daye tizbî, destmal û tasek avê. Soylemez, wateya van sîmgeyan jî wiha rawe dike: “Denbêj dema klaman dibêjin her tim tizbî di destê wan de ye. Şakiro jî her tim dizbî di destê wî de, destmal li ser çunga wî û tasek ava şirîn a tênşîr jî li ber destî bû. Loma dema wî dest bi klamê dikir bi seatan berdewam dikir.
Soylemez, dibêje ku Kurd xwedî denbêjên xwe dernakevin û gazincên xwe yên di vî warî de wiha anîn ziman: “Kurdan tu piştgiriyeke madî ne dan Şakiro. Ev jibo denbêjên din jî wisa ye. Jiber vê bê xwedîtiyê, niha denbêjî di nava Kurdan de kêm bûye. Di demên berê de li gund û zozanan gel li hev kom dibû û denbêjan klamên xwe digotin. Mixabin niha tiştek wiha nemaye. Şakiro bi avayeki dilşikesti ji navme çû.
‘Ger Kurd di bin zextê de bin, zimanê wan jî asîmîle dibe’
Soylemez, derbarê rewşên neyînî yên ku zimanê kurdî rû bi rû maye nirxandin kirin: “Çawa ku Kurd di bin zextê de ne, zimanê kurdî jî di bin asîmîlasyonê de ye. Ji ber vê yekê edebiyata kurdî nayê ronîkirin. Mînak dema pirtûkek li Tirkiyê tê çapkirin, hezar pirtûkên kurdî çap dibin di nav salek-du salan de naqede. Lê pirtûkeke ku bi tirkî hatiye nivîsandin, tevî ku nivîskar ne diyar be jî, pir zû tê firotin. Helbet di van salên dawî de nivîskarên kurd dest bi çapkirina pirtûkên pir baş kirine. Ji bo kesên ku bi dilxwazî dinivîsin zehf e.”
‘Eger pêvajo baş bibe dê rewşa zimanê kurdî jî baş bibe’
Soylemez, da zanîn ku asta axaftina bi kurdî di nav gel de têrê nake, li ser vê mijarê ev nirxandin kir: “Ger îro em bi kurdî biaxivin, mixabin di rewşeke xerab de ye. Bi siyaseta wê demê ve girêdayî ye. Ger pêvajo baş be dê rewşa kurdî jî baştir bibe. Ger dibistanên perwerdehiya zimanê kurdî bûna, wê rewşa ziman baştir bûya. Divê demildest dibistanên kurdî bên vekirin. Ger em bi israr li malê bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin jî, zarokên me li derve bi tirkî dipeyivin û wiha dimînin. Mixabin pirtûkên kurdî yên çapkirî nikarin radestê gel bikin. Ger xwendevan zêde bûna, dê bi hezaran pirtûk tavilê bihatana firotin.”
‘Em di 14-15’ê Gulanê Roja Zimanê Zikmakî de werin cem hev û Dengbêjan bi zarokên xwe bidin naskirin!’
Herî dawî Soylemez banga tevlîbûna çalakiyên ku li Baroya Wanê tên lidarxistin û roja îmzekirinê kir û got: “Em zarokên xwe jî bi xwe re bibin şahî û girîngiya pîrozbahiyê bidin nasîn. Zimanê Kurdî û Dengbêj Şakîro ji zarokên me re.”
(lg)