Girtiyê bi navê Huseyîn Dûman ku 1994’an de li Wanê hatibû girtin û cezayê heta bi hetayê jê re hatibû birîn, piştî AYM’ê derbarê wî de biryara ji nûve darizandinê da, serbest hate berdan.
Huseyîn Dûman, di 1994’an de gava 19 salî bûye li Wanê hatiye girtin. Piştî darizandina 14 salan 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di 22’yê Sibata 2007’an de ji wî re cezayê heta bi hetayê birî. Lê ji ber ku dema ew di binçavan de bêyî parêzeran îfadeya wî hatiye girtin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) derbarê wî de biryara binpêkirina mafî da. Tevî vê biryarê Dûman ku ji nûve hate darizandin, hat berdan.
Dûman ku piştî 28 salan hat berdan, serpêhatiya xwe ya 28 salan ji nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen re vegot.
Di destpêkê de Dûman, qal kir ku ew hêj di 19 saliya xwe de hatiye girtin u wî di temenekî biçûk de girtîgeh nas kiriye. Dûman, gotinên xwe wiha domand: “Ewilî tu tim xewnên li ser derve dibînî û xeyalan ji xwe re çêdikî. Ji Wanê çûm Dîlokê, ji wir çûm Sêrt, Mûş, Kirikkale û herî dawî jî girtîgeha Bûrhaniyeyê. Çendî cih cuda bin jî, lê her girtîgehek jiyanek xwe heye. Me di 28 salan de pir tişt bihîstin, pir tişt hatin serê me û em gelek tiştan hîn bûn. Girtîgeh xwedî çandek û felsefeyekê ye. Ez jî li gor wê felsefeyê jiyam. Min di 28 salan de bi hezaran name nivîsandin û name ji min re hatin. Ev ji bo min sermayeyeke manewî ya pir mezin e. Di girtîgehê de ji bo min tişta herî zehmet ev bû; tam 14 salan li ser hev çûm dadgehê. Gava dadgeh dûr bûnan, ev zehmettir dibû. Her girtîgehek qadeke têkoşînê ye. Û divê mirov wir fêm bike. 28 salên min bi nivîsandin, xwendin û lêkolînan re derbas bûn. Ez li ser dîrok, felsefe û zimanê kurdî xebitîm. Gava dîtin û bihîstin çi qas bisînor bin, xeyal jî ew qas mezin dibin. Herî zêde kesên di girtîgehan de bi vê dizanin. Me herî zêde hêz da xeyal û hêviyên xwe. Ez ji xwe re dibêjim, xwezî di wî 28 salan de min hîn bêtir bixwend û binivîsanda.”
Wî di girtîgehêde gelek pirtûk nivîsandine
Dûman di girtîgehê de pirtûka helbestan a bi navê “Rêdil” û romana bi navê “Xeyala Vegerê” çap kiriye û 3 berhemên ku hê çap nekirine nivîsandine. Dûman got: “Nivîsandin û lêkolîn pir girîng in. Nizanim ji bo her kesî wisa ye yan na, lê gava xeyal, hêvî û hisên mirov mezin bin ew dîwar bandorê li te nakin. Çi dibe bila bieb şerekî te bi wan dîwaran re heye. ew dîwar ji te re dibêjin ‘Min tê dîl girtiye û tu yê wekî min bijî’ lê tu jî ji wan re dibêjî, ‘Belê, ez di nava çar dîwaran de me, lê ez ê xwe radestî te nekim. Ez mirov im û ez ê hemû hestên xwe yên mirovî biparêzim.’ Helbet ne hêsan e mirov 28 salan di girtîgehê de bimîne, lê gava tu bi awayekî manewî xwe biparêzî tu yê bi ruhekî hîn baştir ji wir derkevî. Min 28 sal berê nikaribû bi kurdî bixwîne û binivîse, lê niha ez bi vî zimanî helbestan û romanan dinivîsim. Ez ji roja ku derketime ji wxe dipirsim, ‘mirov dikare bi awayekî fizîkî biguhere, lê min di cewhera xwe de çi guherandiye.’ Ji lew re em niha tiştekî ku li cîhanê tune ye ava dikin. Lewma li hemû qadên jiyanê divê ew manewiyat te li ser pêyan bihêle.”
‘Ez bi avayekî bêhiqûqî hatim girtin’
Dûman, 14 salan hat darizandin û piştî DMME û AYM’ê derbarê wî de biryara binpêkirina mafan da, hat berdan. Dûman ku piştî 28 salan hat berdan, ji bo bêhiqûqîtiya hatiye ser wî got: “Ez û hevalên xwe em bi awayekî bêhiqûqî hatin girtin. Niha bi hezaran kes ji ber vê bêhiqûqîtiyê girtî ne. Ez di sala 1994’an de hatim girtin û di 2008’an de cezayê muebedê li min birîn. Lê DMME’yê diyar kir ku cezayê hatiye birîn neheqî ye û ev ceza bêyî darizandineke adil hatiye birîn. Yanî ez tam 14 salan çûm dadgehan û hatim. Ma ji vê bêhiqûqîtiyê mezintir bêhiqûqîtî heye? Ez 28 salan di girtîgehê de mam û piştî ev qas salan hatin û gotin ‘Belê me darizandineke adil nekiriye.’ Ev trajedî ye. Mirovek 28 salan bi vî awayî di girtîgehê de ma. Ma tu çawa kesekî ku te ew bi awayekî adil danerizandiye 28 salan dig irtîgehêd edihêlî? Ez dixwazim ev doza me bibe dozeke emsal. Ji lewre biryarên dadgehê dibin sedema trajediyan. Ger hiqûq hebûna dê tiştekî wiha çênebûna. Bi sedan hevalên me yên di vê rewşê de hene. Ez dixwazim ev bibe trajediya dawî.”
Piştî 28 salan cara ewil li wî aliyê derî!
Dûman, destnîşan kir ku gava ji girtîgehê derketiye ji bo wî kêliya herî êşbar, li ser hevalên wî girtina deriyê qawîşê bûye û got: “Belkî min ê careke din ew heval hew bidîtana. Lê xeyalên me hebûn. Ev xeyal jî em li welatekî azad jiyana xwe ya mayî bijîn. Gava di korîdorê re derbas bûm, li wir odeyeke ku hevalên me tê de dihatin ragirtin hebû. Ji bo xatir ji wan biaxwazim min destûr xwest, lê nehiştin. Gardiyanekî ji min pirsî bê ka çend sal in girtî me, min jî got ’28 sal.’ Gardiyan ji min re got, ‘Mirovek çawa dikare 28 salan di girtîgehê de bimîne.’ Min jî got, ‘îrade’. Gava ez gihaştim ber deriyê girtîgehê, eskeran ez girtim. Dê kar û barên min ên eskeriyê bikirana, lê li ser nasnameya min hejmara TC’ê tune bû. Esker ji min pirsî bê çima li ser nasnameyê hejmara TC’ê tune ye. Min got, ‘di dema me de tiştekî wekî hejmara nasnameyan tune bû.’ Hemû keniyan û ji wan weye ez henekan dikim. Paşê gava li ser ewraqên min dîtin ku 28 salan di girtîgehê de mame, şaş man. Paşê, piştî 28 salan li wî aliyê derî bûm.”
‘Piştî 28 salan cara ewil ez gihaştibûm ax û daran’
Dûman, bilêv kir ku gava derketiye derve li ber derî ewilî ax, dar û şaxên daran ên li ber bayê dikirin xişexiş bala wî kişandine û got: “Şaxên darekê li ber ba dikirin xişexiş. Te digot qey ji min re dibêjin ‘tu bi xêr hatiyî.’ An jî min wisa hîs kir. Min li derdorê mêze kir, min dît pelekî darê li erdê ye û li aliyê din jî ax û ba. Paşê li ber derî hevalan ez pêşwazî kirim. Hingî wisa kêfxweş bûm, nikarim bînim ziman. Wisa difikirim, ger kesek nehatana ber deriyê girtîgehê ez ê pir biêşiyama. Min kêliyekê dareke li ber girtîgehê hemêz kir û piştî 28 salan cara ewil ez gihaştibûm axê û daran.”
Diya wî ew nas nekiriye
Dûman, behsa wê kêliya ku diya xwe dîtiye jî kir û wiha got: “Têkiliya min a bi dêya min re pir cuda ye, çimkî ez zarokê dawî yê dêya xwe me. Min û diya xwe qet wext derbas nekiribû. Mirov gava di girtîgehê de be bêriya hemû tiştên xweş dike. Nexweşîneke giran bi diya min re heye. Gava di girtîgehê de bûm, tekane daxwaza min ez diya xwe bibînim, berî bimire. Ji lewre 13 salan me qet hev nedîtibû. Dêya min nexweş bû û ez jî di girtîgeheke dûra de bûm. Lewma me niakribû hev du bibîne. Di girtîgehê de min tim ji xwe re digot, ‘Rojekê egr derkevim ez ê fîstanê wê maç bikim.’ Gava ez hatim ber derî min dêya xwe dît. Ez çûm nigê wê û min fîstanê wê maç kir, lê wê ez nas nekirim. Pirsî, ‘ev kî ye?’ Paşê gotin ‘Husên e.’ Ew kêlî ji bo min kêliyeke pir giran bû. Piştî 28 salan min dêya xwe hemêz kir û min xeyalên wê pêk anîn. Dêya min gotibû, ‘Berî bimirim tenê dixwazim ez wî bibînim û hemêz bikim.’ Yanî wê kêliyê ez û dêya xwe gihaştin mirada xwe. Lê tişta ez xemgîn kirim jî, bi sedan dê û hevalên me bêyî hev du hemêz bikin koç kirin. Û bi hezaran hevalên wekî min ên bi hesreta dê hene. Bi hezaran hevalên wisa hebûn, lê cenazeyên dêyên xwe jî nedîtin. Ev, ez pir êşandim. Ez ji roja ku hatime berdan heya niha, her sibeh destê wê maç dikim û ez deynê xwe yê bi salan didim.”
(aa)