Plana îmarê ya Şaredariya AKP’î ku rê li ber ‘Rantê’ vedike hate betalkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Plana Îmarê ya Şaredariya Mûşê ku di destê AKP’ê de ye ji aliyê dadgehê ve bi hinceta ku ne li gor rêgezan hatiye amadekirin, hate betalkirin.

Şaredariya Mûşê ku di bin rêveberiya AKP’ê de ye bi pileyên 1/5000 û 1/1000 Planeke Îmarê ya Revîzyonkirî ya Giştî (Nazim) û Bikaranînê amade kir. Odeya Plansazên Bajarvaniyê ya Wanê ku girêdayî Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) bo ku plana îmarê bê îptal kirin serî li 3’yemîn Dadgeha Îdareyê da.

Danişîna dozê li heman dadgehê hate dîtin. Odeyê di danişînê de daxwaz kir ku bi hinceta ku plan ne li gor rêzgezên bajarvaniyê hatiye amadekirin, li dijî rêgeza hevrebûna bi kademeyî hatiye çêkirin, bo kesan û qadan taybet hatiye çêkirin, li dijî berjewendiyên cemawerî û rêgeza wekheviyê ye û li dijî hiquq û mevzuatê hatiye amadekirin, plan bê betalkirin.

Şaredariyê plan parast

Şaredariya Mûşê derbarê mijarê de di danişînê de parastin kir. Şaredariyê di paratinê ev îddia pêşkeş kirine: “Di çarçoveya aliyê azînî de (usul); divê li gor destûr û demê doz were redkirin. Di çarçoveya esasê de jî plan li gor rêziknameya çêkirina planên cihî (mekansal) hatiye amadekirin û li gor rêgeza hevrebûna bi kademeyî hatiye çêkirin. Îdîayên dozdar nerastin”

Şaredariyê her wiha da parastina xwe de îdîakir ku hemû kar û bar li gor qanûn û rêgezan hatiye pêkanîn û daxwaz kir ku doz were betalkirin.

Dadgehê plan betal kir

Piştî parastinan dozya ji zanyaran (Bilirkişi) re hate şandin. Zanyaran piştî lêkolînê raporek amadekir û pêşniyar hat kirin ku plan were betalkirin. Zanyaran di raporê de wiha gotiye: “Wekî encam; Plana Revizyonî û ya Giştî bi pile 1/5000 û Plana Revîzyonî ya Giştî ya Pêkanînê bi pile 1/1000 ne li gor rêgezên bajarvaniyê nehatiye amadekirin û li dijî berjewendiyên cemaweriyê hatiye çêkirin”

Li ser vê raporê heyeta dadgehê jî biryar da ku plana îmarê ya navborî were betalkirin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Plana îmarê ya Şaredariya AKP’î ku rê li ber ‘Rantê’ vedike hate betalkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *