Trend Nûçe

Li Wanê pîşeya ku li hemberî teknolojiyê berxwe dide: Karê hiriyê
Hemû Nûçe

Li Wanê pîşeya ku li hemberî teknolojiyê berxwe dide: Karê hiriyê

24 ئایار 2023
0

Li herêma Wanê, heyamekê sewalkarî çavkaniyek herî sereke ya aboriyê bû. Lê di van salên dawî de ev kar her...

Read more
Li Wanê minîbûsa sporkaran qelibî: Gelek kes birîndar bûn

Di encama qezayê de li Sêwasê 4 kes mirin

29 ئایار 2023
YSK: Heta niha li derveyî welat 848 hezar kesan deng daye

YSK: Li derveyî welat nêzî 2 milyon deng hatine bikaranîn

25 ئایار 2023
Ji bo 24 bajaran hişyariya lêhiyê hate dayîn

Ji bo 24 bajaran hişyariya lêhiyê hate dayîn

29 ئایار 2023
Karkerên mexdûrê mulaqatê: Neheqî û zilm berdewam dike

Karkerên mexdûrê mulaqatê: Neheqî û zilm berdewam dike

26 ئایار 2023
چوار شه‌ممه‌, ئایار 31, 2023
  • TürkçeTürkçe
  • EnglishEnglish
  • Çûna Nava
  • Reklam û Hevkarî
  • Ewlekarî Tektîk
  • Agahhesînî
Serhat NEWS
  • Taybet
  • Aktûel
  • Aborî
  • Dîmen
  • Jîngeh
  • Çand û Huner
No Result
View All Result
  • Taybet
  • Aktûel
  • Aborî
  • Dîmen
  • Jîngeh
  • Çand û Huner
No Result
View All Result
Serhat NEWS
No Result
View All Result

Destpêk » Platforma Zimanê Kurdî: Di dibistanan de dersa zimanê Kurdî hilbijêrin

Platforma Zimanê Kurdî: Di dibistanan de dersa zimanê Kurdî hilbijêrin

Arif AslanbyArif Aslan
08/01/2022
in Aktûel, Bi Dîmen
A A
0
Platforma Zimanê Kurdî: Di dibistanan de dersa zimanê Kurdî hilbijêrin
Li ser Facebook'ê Parve BikeLi ser Twitter'ê Parve BikeLi ser Whatsapp'ê Parve Bike

Platforma Zimanê Kurdî di peyamekê de bang li hilbijartina “dersa bijarde” dike û radigihîne, “Dersa bijarte helwesteke zimanî ye. Em vê derfeta ku heye baş bicîh werinîn, wê di pêşerojê de dergeh li ber perwerda bi zimanê dayike jî vebe.”

Platforma Zimanê Kurdî bo malbatê xwendekaran vîdeoyek wiha amade kir:

Peyama Platforma Zimanê Kurdî wiha berdevam kir:

Piştî sersalê demeke nû ji bona dibistanan destpê dike. Nûha dema ku şagirt hinek dersên xwe hilbijêrin. Em dizanin ku derfeta mirovan li dibistanan heye ku dersa zimanê Kurdî jî hilbijêrin. Ev mafek e ku divê Kurd bi hemû haweyan xwedî lêderkevin. Her çiqasî armanca me ya sereke hemû perwerde bi zimanê dayikê bibe jî, divê zimanê Kurdî weke dersa bijarte, ji aliyê hemû Kurdan ve weke gava pêşî were nirxandin. Dersa bijarte helwesteke zimanî ye. Em vê derfeta ku heye baş bicîh werinîn, wê di pêşerojê de dergeh li ber perwerda bi zimanê dayike jî vebe.

Bi demê re wê hewcedariya hejmara mamosteyên Zimanê Kurdî zêde bibe û zanîngeh jî mecbûrin li gorî vê rastîya hanê mamosteyên Kurdî perwerde bikin. Mamosteyên Kurdî ku hene jî bi vî haweyî dibin xwedî kar. Ev jî ji bona xurtkirina perwerda bi Zimanê Kurdî destkeftiyeke mezin e. Di vê mijarê de çiqasi zor û zehmetî hebe jî, dive Dayik û Bav xwedî li zimanê Kurdî derkevin.

Gelî Kurdan! Di mala xwe de, li kolan û bazaran bi Kurdî bi axivin. Siyasetê bi Kurdi bikin!

Em weke Platforma Zimanê Kurdî bangî hemû Kurdan dikin ku di dibistanan de dersa zimanê Kurdi hilbijêrin. Çi Kurmanc çi Zaza bê cudabûn, divê zarokên me di dibistanan de zimanê xwe hilbijêrin. Îro di xebata perwerdê de ev mafeke, divê ev mafê ziman bi hişmendî were bikaranîn.

Banga me ji hemû partiyên siyasî, saziyên sivîl, medya Kurdî, rewşenbîr û hunermendan re  ev e; her kes ji aliyê xwe de bila xwedî li dersa zimanê Kurdî derkevin. Dîsa bi derfetên xwe jî zimanê xwe fêrbibin. Zanebûna zimanê Kurdî di nava Kurdan de bila bibe pîvaneke sîyasî. Kurd divê zimanê xwe di çalakîyan de baş bikarbînin. Di pirsa ziman de em bi hişmendî û hestyarî tevger bikin. Em bi hevdu re ji bona zimanê Kurdî kar bikin, hevbeş bibin, hişmendiya zimanê Kurdi bilind bikin. Nivîsandin, xwedin û axaftina bi zimanê Kurdi bila bibe helwesteke xwezayî û netewî di nava civaka Kurdan de.

Serhat NEWS

(aa)

Tags: betlîscolemêrgdersên hilbijêrdibistankurdiplatformwanzimanzimanê kurdî
ShareTweetSend
Previous Post

Mehmet Gur, Ser Mamikan Nivîsî

Next Post

Li Wanê 5 Rojnamevan Hatin Berat Kirin

Arif Aslan

Arif Aslan

Next Post
Li Wanê 5 Rojnamevan Hatin Berat Kirin

Li Wanê 5 Rojnamevan Hatin Berat Kirin

وەڵامێک بنووسە هەڵوەشاندنەوەی وەڵام

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

  • Çûna Nava
  • Reklam û Hevkarî
  • Ewlekarî Tektîk
  • Agahhesînî

Serhat News Tüm Hakları Saklıdır 2023©
Serhat NEWS

No Result
View All Result
  • TürkçeTürkçe
  • EnglishEnglish
  • Taybet
  • Aktûel
  • Aborî
  • Dîmen
  • Jîngeh
  • Çand û Huner

Serhat News Tüm Hakları Saklıdır 2023©
Serhat NEWS

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek, çerezlerin kullanılmasına izin vermiş olursunuz. Gizlilik ve Çerez Politikamızı ziyaret edin.