1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Polîsê di wesayîta wî de teqemenî hatibû dîtin hat girtin

Polîsê di wesayîta wî de teqemenî hatibû dîtin hat girtin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Geverê, polîsê bi navê A.K ku di wesayîta wî de teqemenî hatibû dîtin, hat girtin.  

Li gor nûçeya Gazete Duvarê, polîs A.K.yê ku duh di derketina navçeya Geverê de di wesayîta wî de 52 kg teqemenî hatibû dîtin û hê jî li Stenbolê peywirdar e, ji aliyê dadgehê ve hat girtin û ew şandin girtîgehê.

Li aliyê din Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di bernameyeke televizyonê ya ku duh beşdar bû de diyar kiribû ku polîsê navborî di sala 2019’an de ji ber sûcekî edlî hatiye îxrackirin û wiha got: “Teqemeni ji Bakurê Iraqê hatiye sewqkirin. Li Şemzînanê wesayîtê dihêlin. Mifteyê li ser lastîka stepneyê dihêlin û diçin. Pişt re jî ew diçe wesayîtê ji wir radike. Me di sala 2019’an de ji ber sûcekî edlî ew ji kar dûr xistibû. Yanî ew ji ber diziya kabloyê ji kar hatibû derxistin. Paşê dîsa bi biryara dadgehê ew vegeriyaye ser kar. Me jî ew pişt re veguheste cihekî din û ew jî diçe Stenbolê. Armanc Stenbol bû.”

 (lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Polîsê di wesayîta wî de teqemenî hatibû dîtin hat girtin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *