PZK: Li ser rêça Bedirxan dê xebata zimanê kurdî her berdewam be

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Platforma Zimanê Kurdî (PZK) biboneya bibîranîna koça dawî ya rewşenbîrê Kurd Celadet Alî Bedirxan daxuyaniyek weşand. Platformê diyar kiriye ku li ser rêça Bedirxan dê xebata ji bo zimanê kurdî her berdewam be.

Di daxuyaniya ku bi sernavê “PZK Mîr Celadet Bedirxan bi rêzdarî bibîr tîne” hatiye weşandin de hate gotin: “Di sala 1951’an 15’ê meha Tîrmehê de Mîr Celadet Bedirxan koça dawî kiribû. Di vê rojê de stêrkeke din ji Malbata Bedirxanîyan xericî bû û çûbû ser dilovanîya xwe. Wê roja reş asîmanê welat gelekî xemgin bûn… Ewran hêstir dibarandin… Kewên ribat êdî nema dixwendin…”

‘Bi kesereke kûr di ser dil de ji nava Kurdan bar kir’

“Di wê roja tarî de Gelê Kurd bi rêzdarî xebata Mir Celadet bibîr dianî. Xebatên wîna di ber çavan re derbas dikirin. Baş tê zanîn ku Mir Celadet di şert û mercên gelek dijwar de xatir ji Kurdan xwestibû. Piştî xebateke dûr û dirêj, kedeke bê westan, bahweri bi doza gelê xwe, giringdayîna ziman, kultur û karê rewşenbirî Mir Celadet jî weke hemû Rewşenbirên Kurd, bi kesereke kûr di ser dil de ji nava Kurdan bar kiribû. Hemû Kurdan bi hev re jî beşdarî kesera Mîr Celadet dibûn. Bayê xemgîniyê jî li seranserê welat belav dibû û di hiş û bîra Kurdan de hestên welatperwerıyê hina geştir dikirin…”

‘Her kesê ku xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin’

“Rewşenbîrê heja di pêşgotina Kovara Hewarê de ku dı 1932 an de dest bi weşanê kiribû, daxwaz û ramanên xwe wilo formule kiribûn. Di vê hêjmara yekemîn a Kovara Hawarê de daxwaz û ramanên Kurdewar bi zimanekî hêsan wilo anîbûn ser kaxezê, ‘Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî, dê heyîna zimanê me bide zanîn. Lewre ziman şertê heyînê yê pêşîn e. Em ê bi hev re xwedî li Hawarê derkevin û wê mezin bikin’.”

‘Karê ziman karekî hevbeş e û bê xebata siyasî qet nabe’

“Belê. Platforma Zimanê Kurdî bi erka xwe ya bingehîn dizane ku xebata Mir Celadet Bedirxan û hemû rêhavalên wî ku ji bona geşkirina zimanê Kurdî destpê kiribûn, wê bi sebir, bi hişmendî û bi hevbeşî berdewam bike. Karê ziman karekî hevbeş e û bê xebata siyasî qet nabe. Ji ber wilo em weke PZK dibêjin; Welatperwerî bê zimanê Kurdî nabe. Siyaseta Kurdî bê zimanê Kurdî nabe. Nasnama Kurdî bê zimanê Kurdî nabe. Têkoşîn ji bona Mafê Kurdan bê zimanê Kurdî nabe. Kurdbûn bê zimanê Kurdî nabe. Zimanê Kurdî di nava tevgera Kurdî de divê bibe rengê hemû Kurdan. Ji ber ku zimanê Kurdî bi rastî hebûna me ye. Hebûna netewa me ye.”

“Bi wan hest û ramanan em roja koça dawî ya Mîr Celadet Bedirxan bibîr tînin. Sersaxiyê ji hemû gelê Kurd re dixwazin û dubarê dibêjin; xebat ji bona zimanê Kurdî her berdewam e!”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
PZK: Li ser rêça Bedirxan dê xebata zimanê kurdî her berdewam be

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *