Qamîşgehên li qeraxa Gola Wanê hatine wêrankirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Qamîşgehên li qerexa Gola Wanê ji aliyê hin kes an jî kesên ne diyar ve hatine wêrankirin. Ev qamîşgeh (Sazlik) ji hejmarek zêde zîndewaran re malovaniyê dike û niha ji îmarê re hatiye vekirin, her wiha bi rêya li wir hatiye çêkirin jî bûye dû perçe. Komîsyona Havîrdorê ya Baroya Wanê li qamîşgehê hin lêkolîn pêkanîn û bo ku agahiyan wergire serî li Şaredariya Mezin a Bajarê Wanê da.

Qeyrana avhewa (îklîm) wekî hemû cîhanê, tesîrek neyînî li ser hewzeya Gola Wanê jî dike. Bi boneya ku şîlî kêm bariye û golên di nava hewzayê de jî zuha bûne, her diçe ava Gola Wanê jî kêm dibe. Qadên ekolojîk û zîndewar lê dijîn, jî ji ber vê qeyranê ketine nava rewşekî qerab de. Piştî ku ava Gola Wanê paşve kişiyaye, qamîşgeh bê av mane û bi zuhabûnê re rû bi rû mane. Hin kes an jî kesên ne diyar jî, tevî vê rewşê ev der wêran kirine.

Qamîşgehên li qeraxa Gola Wanê hatine wêrankirin - van sazlik tahrip edildi 3 1

Her wiha piştî ku qerexên Gola Wanê ji îmarê re hatine vekirin, pêşiyê qamîşên li van qadan hatine jêkirin. Ji ber rêya li vir hatiye çêkirin, qamîşgeh bûne dû perçe û bi bermahiyan hatine qirêjkirin. Komîsyona Hawîrdorê ya Baroya Wanê li vir hin lêkolîn pêk anîn û dû re jî bo ku agahî werbigire serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da.

Serokê Komeleya Çev Der’ê Alî Kalçik jî ku li cihê bûyerê lêkolîn pêk anîne, ragihand ku ev wêranbûn, wê encamên xerab yên jêneveger derxe holê.

Qamîşgehên li qeraxa Gola Wanê hatine wêrankirin - van sazlik tahrip edildi 7 1

‘Rêya qeraxê qamîşgeh kiriye du perçe’

Endama Komîsyona Hawîrdorê ya Baroya Wanê parêzer Gulbahar Dogan derbarê mijarê de got, “Ev der li kêleka Keleha Wanê ye. Rêya qeraxê ji vir derbas dibe. Me li vir çavdêri kirin; Ev rê gelek berfireh hatiye çêkirin.  Dibe ku pêwîste ev rê bê çêkirin, lê belê diviya ku nêrîna saziyên civaka sivîl jî hatiban wergirtin. Her çiqas çêkirina vê rêyê pêwîst be jî, bila wisa bihata çêkirin ku herî kêm zirar daba hawîrdorê. Lê wisa nehatiye tevgerîn. Dikarîn vê rê ji cihek din re derbas bikirana. Hinek qadên qamîşgehê ber rê ketine, hinek jî bi bermahiyan hatine tujekirin. Ji ber çêkirina rê, av li ser qamîşgehê hatiye qutkirin. Diviya rêya avê bo vê qadê hatiba veqetandin. Ev der gelek hatiye wêrankirin û qamîş jî hatine jêkirin.

Dogan ku ji hemû derdoran re banga xwedîderketina qamîşgehan dike, anî ziman, êdî ne pêkane ku rêya qerexê bê betalkirin, lê belê bo ku rê din ya tê çêkirin were betalkirin, ew ê serî li darazê bidin.  Her wiha wê da zanîn ku bo parastina qamîşgehan û wergirtina agahiyan wan serî li Şaredariya Bajarê Mezin

Qamîşgehên li qeraxa Gola Wanê hatine wêrankirin - van sazlik tahrip edildi 5 1

Serokê Komeleya Çev Der’ê Alî Kalçik jî di axaftina xwe de balkişand ser rewşa qamîşgehên li qerexa Gola Wanê û da zanîn ku qamîşgehên di hewzeya Gola Wanê de ji 5 paran yek pareyên qamîşgehên li Tirkiyeyê ne. Kalçik, destnîşan kir ku qamîşgeh, ji bo xwezayê wekî kargeha dawerîna bîyolojîk dixebitin.

Qamîşgehên li qeraxa Gola Wanê hatine wêrankirin - van sazlik tahrip edildi 1 1024x682 1
Alî Kalçik

Kalçik di berdewamiyê de derbirî ku qamîşgeh bo hawîrdorê gelek girîngin û wiha pêde çû: “Qamîşgeh avê didawerînin û paqij dikin. Her wiha ev der cihê zêdebûn û hewandina zîndewaran e jî. Em milyon dolaran xerc bikin, nikarin pariyek oksîjenê helberînin. Ev qamîşgeh qasî daristanê berfireh oksîjen derdixin holê. Mixabin ne, civak ne jî rêveberên bajêr vê yekê nizanin.

Qamîşgehên li qeraxa Gola Wanê hatine wêrankirin - van sazlik tahrip edildi 8 1

‘Qamîşgeh bi awayekî hovane tên tunekirin’

Kalçik dibêje: “Burokratên olîgarşîk ên îroyîn û qeyum, ji ber ku qîmeta vî welatî û vê erdnîgariyê nizanin, bi awayekî hovane van qamîşgehan tine dikin. Kalcik di berdewamiyê de got, “Ev der hatine tujekirin, ji îmarê û çandiniyê re hatine vekirin û bi vî avahî hatine wêrankirin. Ji Wanê heta Tatwan û Ercîşê hemû qamîşêg bi vî avayî hatine tujekirin û wêrankirin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Qamîşgehên li qeraxa Gola Wanê hatine wêrankirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *