Qanûna ku wekî ‘Qanûna Deformasyonê’ tê binavkirin ya têkildarî medya civakî û rojnamegeriya li ser înternetê piştî ji Komîsyona Platformên Dijîtal a Parlamentoyê, derbas bû di Komîsyona Edaletê de jî hatiye qebûlkirin. Ev qanûn di nava civakê de bi navê “Qanûna Dezenformasyonê” tê penasekirin.
Li gorî xala 29ê a projeyasayê, ger “kesek bi zanyariyan gel bixapîne û aşkere van zanyariyan biweşîne” wê ji salekê heta 3 salan bi cezayê girtîgehê bê cezakirin. Saziyên pîşeyî yên rojnamegeriyê û hemû partiyên mixalefetê li dijî vê xalê derketine, lê Komîsyona Edaletê pejirandiye.
Qanûna navborî wê hefteyên pêş li Civata Giştî ya Parlamentoyê bê gotûbêjkirin û paşê jî wê bibe qanûn.
Serhat News