Qedexeya nêçîra masiyan di Gola Wanê de dest pê dike

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Qedexeya nêçîra masiyên kefalên dur (Încî Kefal) di Gola Wanê de destpê dike. Ev qedexe ji bo parastina masiyan ya di dema danîna xerzê wan de tê ragihandin.

Încî kefalên di Gola Wanê da dijîn ji ber wextê danîna xerz e dest bi koçê dikin û ew ê bi qedexeya nêçîrê bên parastin.

Qedexeya nêçîra masiyan di Gola Wanê de dest pê dike - Qedexeya necira masiyan di Gola Wane de dest pe dike 3

Încî kefalên di Gola Wanê da dijîn ji bo xerzdanînê berevajî herikînê ber bi avên şêrîn avjeniyê dikin. Ji bo parastina wan li ser çemên derdora Gola Wanê tevdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin hildan.

Masiyên cisnê încî kefalên ku di Gola Wanê da dijîn di navbera 15’ê Nîsanê û 15’ê Tîrmehê de ji bo xerzdanînê koçî avên şêrîn dikin ku xerzê xwe daynin û li hev zêde bibin.

Qedexeya nêçîra masiyan di Gola Wanê de dest pê dike - Qedexeya necira masiyan di Gola Wane de dest pe dike 2

Di navbera vê dîrokê de ku masiyên încî kefalê koç dikin, qedexeya nêçîra masiyan tê ragihandin. Di vê çarçoveyê de cendirme, polês û zabite li der û dora gol û çeman tevdîran hildidin û rê nadin ku ew bên girtin û firotin.

Masîgirên li Wan û Bidlîsê der û dora golê bi cî bûne û torên xwe avêtine avê jî hêdî hêdî torên xwe dikişînin. Berî vê qedexeya ku wê sê mehan dewam bike keştiyên xwe jî li bêndergehan bi cî dikin.

Qedexeya nêçîra masiyan di Gola Wanê de dest pê dike - Qedexeya necira masiyan di Gola Wane de dest pe dike 1

AA

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Qedexeya nêçîra masiyan di Gola Wanê de dest pê dike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *